Li Amedê qirkirina siyasî: Gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin

Li Amedê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 20 kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de vê sibeê li Amedê nêzî 20 kes hatin destgîrkirin. Li ser navê ‘îxbarê’ polîsan girtin ser gelek malan û mirov bi êşkenceyê destgîr kirin. Di dema êşkenceyê de ji bo ku cîran nebînin derî hatin girtin.

Polîsan bi saetan li nava malê saxtî kirin û hemû alav rû kirin erdê û tevlihev kirin.

POZÊ WÎ HATE ŞIKANDIN

Hate hînbûn ku polîsan dema girtine ser mala wênekêşê sînemayê Suphî Orhan êşkence li wî kirine. Di heman demê de êşkence li Mûhsîn Acar jî hate kirin. Hate diyarkirin pozê Mûhsîn Acar şikestiye û rûyê wî werimiye. Xwîna ji Acar rijiyaye ser xalîçeyê. Malbata Acar got “Dema me derî vekir, polîs hatin hundir. Em avêtin erdê. Pişt re Muhsîn xistin odeyekê û em li odeyeke din. Dengê Muhsîn hat bihîstin. Wê demê pozê Muhsîn şikandin. Li ser xalîçeyê şopa xwînê heye. Gotin der barê Muhsîn de biryara destgîrkirinê heye û ew birin. 2 saetan li nava malê lêgerîn kirin."

Hate diyarkirin ji nav kesên hatine destgîrkirin, yên ku navê wan eşkere bûye ev in “Sûphî Orhan, Mazlûm Kardaş, Fermandar Kardaş, Sohbet Yildiz û Mûhsîn Acar”.

Derbarê destgîrkirinan li ser dosyeyê biryara nepeniyê hatiye dayîn.