Di encama operasyona piştî binçavkirina Serokê AKP’ya Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayan ve, li navbera Pasûr û Mûşê ji aliyê artêşa Tirk ve hat destpêkirin de, di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de pevçûnek rû da, di encamê de polîsê endamê tevgera taybet hat kuştin.
Gerîlayên HPG’ê di 13’ê gulanê de li navçeya Pasûra Amedê Serokê AKP’ya navçeya Pasûra Amedê binçav kirin. operasyona ku piştî çalakiya gerîlayan hat lidarxistin, berdewam dike. Li gor agahiyan di encama operasyonê de îro peçvûnek rû da. Li gorî agahiyên pêşî polîsek tevgera taybet mir û 5 jî birîndar bûn.
Pevçûn didom.e