Li Amed, Wan û Mêrsînê wê meşên ‘Mafê Hêviyê’ bên lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk wê bi şîara “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” roja 17’ê Îlonê li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî lidar bixin.
Platforma Saziyên Demokratîk wê bi şîara “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” roja 17’ê Îlonê li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî lidar bixin.
Li avahiya MEBYA-DER a li Amedê daxuyaniyek hat dayîn.
Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Nur Aytemur Tirkiya daxuyaniyê ya li ser meşan xwend, Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz jî Kurdiya daxuyaniyê xwend.
Bi meşan wê piştgirî bê dayîna “mafê hêviyê” û daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê 15-17’ê Îlonê “mafê hêviyê” bigirin rojeva xwe.
Meşa li Amedê wê di saet 16.30’an de li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E a Amedê destpê bike û li Ofîz AZC Plazayê bi dawî bibe.
Hevseroka Partiya Herêmên DEmokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wê tevlî meşê bibe. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê li her kesê hate kirin.