Li Şirnexê dema destgîrkirina 26 kesan dirêj kirin
Dema destgîrkirina 26 kesên di serdegirtinên malan ên li Cizîr û Silopiyayê de hatibûn destgîrkirin, 4 rojên din jî hatin dirêjkirin.
Dema destgîrkirina 26 kesên di serdegirtinên malan ên li Cizîr û Silopiyayê de hatibûn destgîrkirin, 4 rojên din jî hatin dirêjkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh danê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de Pinar Kuramî, Alî Tunç û Cengîz Hadîoğlu hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyên ku parêzeran ragihandin heya niha 14 kes hatine destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ne.
Her wiha di 3'yê Cotmehê de jî li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê polisan avêtibû ser gelek malan û 12 kes destgîr kiribûn. Hat ragihandin ku dema destgîrkirna her 12 kesan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin.
Navên 14 kesên hatine destgîrkirin ev in: "Xebatkarê şaredariya Sîlopya Guman Çavlak, Celal Durak, Ayaz Kultur, Abdûlcelîl Konûr, Mehmet Tan, Dogan Sekman, Zuleyha Bayar, Veysî Çelîk, Suleyman Acar, Şahîn Sekman, Bîşeng Acar, Pinar Kûramî, Alî Tûnç û Cengîz Hadîoglû."