Li Şamê êrîşên bombeyî

Li paytexta Sûriye Şamê, li 3 cihên cuda êrîşên bombeyî hatin kirin.

Hat ragihandin, li paytexta Sûriye Şamê, hewl hatiye dayin ku bi 2 wesayitên bombebarkirî êrîş bê kirin û ev wesayit bêyî bigihêjin armanca xwe hatine rûxandin.

Wekî din hat gotin, êrîşkarekî bombe li ser xwe pêçandibû, dema dor li wî hate girtin bombeyên li ser xwe teqandin û ji ber teqînê hin kes mirine û birîndar bûne.

Her sê êrîş li cihên cuda yên bajêr hatin kirin.