Li Îzmîrê êrişên qirkirina siyasî ya li Amedê hat şermezarkirin

Platforma Şûbeyên Îzmîrê yên KESK’ê bi daxuyaniyekê girtin û destgîrkirinên li ser endamên KESK’ê û siyasetmedarên li Amedê şermezar kir.

Platforam Şûbeyên Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) têkildarê girtin û destgîrkirinên endamên KESK’ê yên li Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî li hemberî Îskeleya Karşiyaka bi tevlêbûna gelek kesan hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Fealiyetên sendîkayan ne sûc e” û “Hiqûq tune hat hesibandin. Karê me hat xesibkirin. Serguhê xwe avêtin domkir. Em edaletê dixwazin” hat vekirin. Her wiha dirûşmeyên “Serketin wê ya kedkarên berxwedêr be”, “Zext nikare me bitirsîne” û “Roj wê bê, devran bizivîre û wê AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin.

Li ser navê girseyê Serokê Sûbeya 2 Nolû ya Egîtîm Sen a Îzmîrê Veysel Beyazadam daxuyanî xwend û got desthilat demek dirêje ku bi rêya daraza siyasî bûyî û hêzên emniyetê yên girêdayî xwe, dijberên xwe bêîtîbar kiriye.

Beyazadam navê kesên hatinî destgîrkirin û girtin hejmart û diyar kir ku wê têkoşîna wan a rewa bidome.

Piştî daxuyaniyê girse derbasê çalakiya rûniştinê ya her heftiyê ji bo yên di Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ji erkên xwe hatine dûrxistin tê lidarxistin bûn.

Di 186’mîn hefteya çalakiyê de bal hate kişandin li ser rewşa Akademîsyenên Aştiyê.

Li wir daxuyaniyek ji aliyê Serokê Şûbeya Zanîngehên Îzmîrê yên Egîtîm Sen’ê Umît Akinci hat dayin.

Di daxuyaniyên de hate gotin ku biryarên li ser hevalên wan hatinî dayin ji aliyê siyasetekê ku xelas bûye hatiye dayin û îşaret bi akademîsyenan hate kirin û hate gotin ku wê careke din werin û wê dîsa xweşik bikin.