Li Îranê êrîşa bi gaza jehrî: 4 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di êrîşên bi gazên jehrî de yên li ser dibistanan, 4 zarok hatin qetilkirin.

Li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji 30’ê Mijdarê ve bi taybetî li ser dibistanên ku keç lê perwerde dibînin êrîşên bi gazên jehrî tên kirin. Êrîş li 33 bajarên pêk hat û gelek xwendevan jehrî bûn.

Hîna nehatiye zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin û têkildarî kîmyewiyên ku hatine bikaranîn jî agahiyên zelal nehatine bidestixistin. Tê diyarkirin ku herî kêm hezar xwendekar jehrî bûne. Di encama êrîşa kîmyewî de zarokê bi navê Karîn Alamdarî jî di nav de 4 zarok hatin qetilikirin.

GEL DEST BI ÇALAKIYAN KIR

Xelkê Mahabadê nerazîbûn nîşanî jehrîbûna ku di demên dawî de li dibistanan zêde bûne, da û dest bi çalakiyan kir. Xelkê barîkat danîn û agir vêxistin û banga zêdekirina çalakiyan kir.

Li navçeya Gogtepe ya Mahabadê piştî xwendevanên Dibistana Keçan a Sabayê bi jehrîn bûn, gelek dibistanan biryar dan ku li dibistanê saetekê zû dersên xwe biqedînin.