Li Çorûmê bi kêran êrîşî karkerên ji Rihayê kirin

Li gundê Tekke yê Çorûmê muxtar û kurên xwe bi kêran êrîşî karkerên demsalî yên ji Rihayê kirin.

Li gundê Abdûllah Ata (Tekke) yê Çorûmê, karkerên demsalî yên ji Rihayê bi êrîşeke bi kêran re rû bi rû man. Êrîş duh saet di şeş û nîvê êvarî de pêk hat. Di êrîşê de Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û Alî Sarigul birîndar bûn. Birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, piştî hatin dermankirin ji nexweşxaneyê derxistin.

Têkildarî bûyerê endamek ji malbatê Îbrahîm Çalişir ji ajansa Mezopotamya re axivî û anî ziman ku mehek berê ava mêrga Bozbagê ji aliyê gundiyan ve hatiye qutkirin.

Çalişir derbarê êrîşa duh jî got: "Şivanekî ku xalê mixtar e, çêlekên xwe li nav erd diçêrand. Çend caran hat û got, 'Çopên xwe navêjin.' Me jî got, 'Em çopan navêjin, em her sibehê derdorê paqij dikin.' Duh piştî ku çend kîsikan dibîne, telefonî cendirmeyan dike û cendirme jî telefonî mixtar dikin. Piştî mixtar hat, binefeser jî hat. Binefser ji me re got, 'Ez ê bera we bidim. Nîv saetê dinê ez ê bêm vê derê, heke çopekê jî bibînim, ez ê bera we bidim û şev nîvê şevê be jî hûn ê biçin.' Piştî ku bi ser me de qîriya, me jî got 'Tu çima diqîrî, heqê te tune ye. Çi sûcê me hebe, zabitnameyekê çêbike. Li vir kesên di temenê bavê te de hene.'"

Çalişir anî ziman ku ewê giliyê ji binefser bikin û wiha pêde çû: "Gava em bi binefser axivîn, mixtar û kurên xwe û gundiyek di dest wan de kêr, êrîş anîn ser me. Di êrîşê de bavê min Halep Çalişir û birayê min Îsmaîl Çalişir birîndar bûn. Meta min jî ji bo ku wana ji hev bike diçe cem wan. Bi kulman li meta min Hatîce Alpa xistin û gava keça meta min Kubra Alpa jî hewl dide wan ji hev bike, kêr li stuyê wê dikeve. Xebatkarê me Alî Sarigul jî ji serê xwe birîndar bû. Di dema şer de binefser jî gaza bîberê reşand ser me û alîkariya yên din kir. Tenê mudaxileyî me kir."

Çalişir anî ziman ku piştî êrîşê cendirmeyê îfadeya wan girtiye û wan jî giliyê binefser û mixtar kirine. Çalişir diyar kir ku wan konên xwe rakirine û çûne gundekî din. Çalişir ragihand ku piştî heqê xwe bistînin wê vegerin Rihayê.