Li Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Sêrt, Riha, Agirî, Konya û Amed ji bo balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ku di 12'ê îlonê de destpê kir, meş û çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî çalakiya ket roja 41'emîn û banga "bi wijdan bibin" hate kirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên sererastkirin û mafên gelê Kurd yên demokratîk bên dayîn di 12'ê îlonê de çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dan destpêkirin, ji Qada Azadiyê heta Îpekyoluyê meşekê li dar xistin. Lê polîsan êrîşî girseyê kir. Rageşiya li navçeyê berdewam dike û hate ragihandin ku ciwanek ji ber bombeyên gazê birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Li navçeyê rageşî berdewam dike.
ŞIRNEX
Dayîkên Aştiyê jî bi heman armancê li Şirnexê li ber avahiya Şaredariya Şirnexê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê kirin. Di baxçeyê çalakiyê de pankrata "Daxwazên we daxwazên me ne, heta serkeftinê berxwedan" hate daliqandin û dowîzên "12'ê îlonê nehate jibîrkirin û em ji bîrnakin" û "Bedenên ber bi mirinê ve diçin bêxwedî nînin" hatin daliqandin. Li ser navê dayîkan, Dayîka Aştiyê Bedriye Ertak axivî û diyar kir ku, girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin bêkes nînin û wiha got: "Em vê çalakiyê bi armanca zarokên me bêkes nînin li dar dixin. Rewşa zarokên me ber bi nebaşbûnê ve diçe. Banga me ji dewlet û hikûmetê re ewe ku guh bidin dengê zarokên me. Bila şertên Birêz Ocalan sererast bikin."
Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê, Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan û gelek kesên din dayîk ziyaret kirin. Piştî ziyaretê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar axivî û çalakiya dayîkan silav kir.
ÊLIH
Meclîsa HDK'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên BDP'ê Îbrahîm Bînîcî û Ayla Akat, endamên Meclîsa HDK'ê yên Êlihê Hevserokên BDP'ê yên Êlihê, Wekîlê Şaredarê Êlihê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Mirin na çareserî, pevçûn na muzakere" hate vekirin.
Berdevka Demê ya Meclîsa HDK'ê ya Êlihê Prz. Leyla Orak daxuyanî xwend û wiha got: "Kesên ji bo çalakiya gav bi gav ber bi mirinê ve diçe dest bi tevgerê nakin dê berpirsyar bin." Orak diyar kir ku, çalakî di roja 41'emîn de ye û ev yek dê bibe sedema pirsgirêkên tenduristî yên mayînde û wiha got: "41 rojin li dehan girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Rayedar ji bo vê yekê bidin rawestandin tu gavan navêjin û bingehê ji mirinan re amade dikin."
Parlementera BDP'ê Akat jî bang li hemû kesî kir ku tevlî mitînga di 27'ê de pêk tê bibin û wiha got: "Niha li girtîgehan ji bo azadiya gel, azadiya ziman û nasnameya me birayên me rêhevalên me bedenên xwe ji mirinê re razandine. Divê hemû kes bi vê armancê tevlî mitînga dê li ber Nexweşxaneya Farabîm pêk bê bibin."
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê û têkildarî mitîngê de li MADO'yê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Parlementera BDP'ê Ayla Akat axivî û diyar kir ku, ew li hemberî mirinan bêdeng namînin û dê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Parlementerê BDP'ê Bînîcî jî diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 452 rojin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê nake û ev yekê nêzîkatiya li hemberî gelê Kurde.
STENBOL
TAYAD'ê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li şûna hikûmta AKP'ê daxwazên girtiyan qebûl bike av, şekir, xwê û vîtamîna B1 ji girtiyan birîn û girtiyên di berxwendanê de avêtin hucreyan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne û divê demildest bên qebûlkirin û wiha hate gotin: "Tendê di serdema hikûmeta AKP'ê de li dijî îşkence û tecrîdê 25 girtiyên şoreşger di Rojiya Mirinê ya Mezin de jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta AKP'ê qatilê 25 girtiyên şoreşgere. Bila daxwazên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bên qebûlkirin. Ji Abdullah Ocalan re azadî."
Meclîsa Ciwanan ya HDK'ê ya Sultangaziyê ji bi heman armancê li taxa Gazî meşek li dar xistin. Meşê li ber Duryana Qereqola Kevin destpê kir û li ber Cemxaneyê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu diyar kir ku, çalakiya girtiyan di roja 41'emîn de ye û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola xwe bilîze û pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserin bedenên xwe ji mirinê re razandin.
Mikailoglu anî ziman ku, ew dixwazin cejnê ji mirina dûr pîroz bikin. Mîkaîloglu da zanîn ku, ew cejnê pîroz nakin û dê ji bo piştgiriyê bidin girtiyan dê li ber girtîgehan bin û divê hemû kesên xwedî wijdan jî tevlî wan bibin. Mîkaîloglu bilêv kir ku, di roja duwemîn ya cejnê de dê him li ber Girtîgeha Şakranê û him jî li ber Girtîgeha Kiriklarê çalakiyên bi girseyî li dar bixin.
COLEMÊRG
Serokê Baroya Colemêrgê Kutbettîn Bayazit jî bi heman armancê daxuyanî da û diyar kir ku, êdî çalakî ber bi astekî gelek dijwar ve diçe û ji bo hikûmeta gavê bavêje bang kir. Bayazit wiha got: "Ji 12'ê îlonê heta niha bi sedan girtî di çalakiya birçîbûnê de ne. Êdî pirsgirêkên tenduristî destpê dikin. Êdî çalakî di asta mirin pêk bên de ne." Bayazit ani ziman ku, divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
WAN
Li navçeya Ebexê ya Wanê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Rêveberê Rêxistina BDP'ê Faruk Tirak daxuyanî xwend û diyar kir ku, çalakiyên birçîbûnê gihiştina asta mirinan û berpirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Em li vir bang dikin. Hêj tu kesî jiyana xwe ji dest nedayîn dest bikevin tevgerê."
Li navçeya Şaxê ya Wanê ji li ber avahiya BDP'ê bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komê Endamê BDP'ê Tahsîn Baykan daxuyanî xwend û diyar kir ku, girtiyan ji bo mafên xwe yên mirovî bedenên xwe ji mirinê re razandin. Baykan anî ziman ku, divê gelê Kurd ji bo pêşiya mirina bigire dengê xwe bilind bike.
BEDLÎS
Li navçeya Xizanê ya Bedlîsê jî bi heman ramancê li avahiya BDP'ê ya navçeyê çalakiya greva birçîbûnê ya ji rojekê pêk tê hate destpêkirin. Di avahiyê BDP'ê de pankrata têkildarî daxwazên girtiyan hate daliqandin. 50 kes tevlî çalakiyê bûn.
SÊRT
TUHAD-DER'a Sêrtê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara, Hevserokên BDP'ê yên Sêrtê, Wekîla Şaredê Sêrtê Besna Sercan, Şaredarê Misicê Necat Yilmaz, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, MEYA-DER, NÇM û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrata "Em li girtîgehan mirinan naxwazin çalakiya birçîbûnê di roja 41'emîn de ye" hate vekirin. Li ser navê komê Îrfan Baykara daxuyanî xwend û diyar kir ku, çalakiya birçîbûnê di roja 41'emîn de ye.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
Piştî daxuyaniyê welatiyê bi navê Agît Kaçar ji ber bi hinceta derheqê wî de lêpirsîn heye hate binçavkirin.
Çalakiya Dayîkên Aştiyê ya li avahiya BDP'ê jî berdewam dike û gelek kes ziyaret dikin.
RIHA
Rêxistina BDP'ê ya Pirsusê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Pirsusê Mehmet Kayhan daxuyanî xwend û diyar kir ku, sal û nîvîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdekî gelek giran deye. Kayhan anî ziman ku, ew li hemberî çalakiya li girtîgehan destpê kir bêdeng namînin û berpirsyarê neyîniyan hikûmeta AKP'ê ye.
MÊRDÎN
Rêveberê BDP'ê ya Bajaroka Pinardere ji bo bal bikşîne ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyan ku ketiye roja 41'emîn li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li darxist. Şaredarên BDP'yî yên heremê, endam û rêveberên BDP'ê beşdarê civînê bûn. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Serokê Rêxistina BDP'ê ya bajarokê Nacî Ozguc diyar kir ku ,rewşa tenduristiya girtiyan hatiye asta qrîtîk. Ozguc, destnîşan kir ku, gelek kes bêhîstiyarî tevdigerin lê ew weke BDP'yî ji vê rewşî re bêdeng namînin.
AGIRÎ
Li navçeya Bazîd ya Agirî Nûnertiya Bazîdê ya TUHAYD-DER'ê jî ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan Konê Çareseriya Demokratîk vekir. Li ber konê kêleka şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlementerê BDP'ê ya Agirî Halîl Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Cigirê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk, nûnerên TUHAYD-DER ya Bazîdê, Serok û rêveberên rêxistina BDP'ê ya Îdir, Bazîdê û gelek kes beşdarê daxuyaniyê bûn.
Beriya daxuyaniyê li ber avahiya partiyê heta konê hatî vekirin meşiyan. Piştî meşê Parlementer Halîl Aksoy daxuyanî da û diyar kir ku, ew dê çalakvanên greva birçîbûnê tenê nehêlin. Aksoy da zanîn ku, ji bo çareseriyekî mayînde divê pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bê rakirin, parastina zimanê zikmakî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin. Aksoy destnîşan kir ku, yek navnîşan ya ji bo ev çalakiyên birçîbûnê dawî bibe heye ew jî Ocalane.
Li alê din jî sibê di demjimêr 11.00'an de bi heman armancî di pêşengiya DOKH'ê de ji ber konê çareseriyê heta avahiya BDP'ê ya navçeyê meş bê li darxistin.
AMED
Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê bi sedan kes li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta "Bêdengî hevkariya mirinê ye, em dê çavên xwe ji mirinê re negirin" hate vekirin û bê navber dirûşmeyên weke "Bijî berxwedana zindanan", "Li derve li hundir hucreyan perçe bike" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin avêtdin. Beriya çalakiyê rûniştinê derbarê girse û polîsan ku jibîlî dora rê dê nikaribin li derekî din daxûyanî bikin de gengeşî derket.
Piştî gengeşiyê bavê Ersan Nazlier yê girtî ku 41 rojin di çalakiya birçîbûnê de ye Hasan Nazlier diyar kir ku, rewşa tenduristiya girtiyan qrîtîke û destnîşan kir ku, dest bi vereşanî, sergêjî, xwîn avêtina mahdê, kiriye. Nazlier wiha got: "Em daxuyaniyan didin lê mixabin ji rayedarên dewletê her tim heqaret tê kirin. Li wir zarokên me dimirin. Em bi mafdarî li virin. Rewşa çalakvanên birçîbûnê nebaşe. Pir tiştî naxwazin, tenê azadiya birêz Ocalan û pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bê rakirin e. Divê ev ji gelê kurd re zêde neyê dîtin. " Piştî daxuyaniyê girse 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û strana "Mahkûmên azadiyê" gotin.
JI ÎHD'Ê NAME
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo bal bikşînin ser çalakiya birçîbûnê yên girtiyan ji gelek saziyan re name şand. Beriya şandina nameyê, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, li ber Postaneya Surîçî yê daxuyaniyê da. Bîlîcî diyar kir ku, ji bo ji girtîgehan beriya nûçeyên mirinê yên çareseriyê bê ji navneteweyî û rayedarên dewletê re name dişînin.
Bîlîcî destnîşan kir ku, ne tenê ji raya Tirkiyê, ji bo bang li rayagiştî ya cîhanê bikin, name dişîn in. Bîlîcî, anî ziman ku ligel bi sedan girtî li ber mirinê ne jî raya welat di nava bêdengiyê de ne. Piştî axaftinê, navê saziyên ku nameyên ji hêla ÎHD'ê ve tê şandin evin: "Serok Komar Abdullah Gul, Serokê Parlementoyê Cemîl Çîçek, Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, Serokê Giştî ya CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, DYA, Almanya, Fransa, Îngîltere, Îtalya, Federasyona Rûsya, Balyozxaneyên Swêd, Hollanda, Îspanya, Îsvîçre, Belçîka, Îran, Koalisyona Dadgeha Cezayê ya NavneteweyÎ (UCMK), Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH), Komên Mafên Mirovan Ewropa-Akdenîz (EMHRN), Rêxistina AF a Navneteweyî, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT), Platforma Hevkar a Li Hember Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT), Serokatiya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), Yekîtiya Bijîşkan ya Navneteweyî (IPPNW), Xaça Sor, Rêxistina Konferansa Îslam, Weqfa Nelson Manndela, Komeleya Polîtîkayên Derve ya Danîmarka yê."
KONYA
Meclîsa Bajêr ya HDK'ê ya Konya yê, ji bo bal bikşîne ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyan, li avahiya rêxistina BDP'ê ya bajêr ji bo rojek kete çalakiya birçîbûnê. Di avahiya rêxistinê de pankartên "Ji bo wekheviya gelan em di greva birçîbûnê de ne", "Bila diyalog û muzakere destpê bike mirin dawî bibe", "Bê ziman jiyan nabe", "Azadî ji bo aşitî, wekhevî ji bo biratî" hatin vekirin.
Endamê Lîjneya Bajarê Konyayê ya HDK'ê Koray Aspîr bibîrxist ku, di girtîgehan de çalakiya birçîbûnê ketiye roja 41'emîn û diyar kir ku, heke bersiva daxwazên girtiyan neyê dayîn dê mirin pêk werin. Aspîr xwest bi lezginî daxwazên girtiyan bê bicihanîn û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd banga diyalog û muzakereyê kir. Piştî daxwuyaniya Aspîr, çalakiya birçîbûnê ya rojekî destpê kir.