Li Enqere, Dîlok, Bedlîs, Manîsa, Sêrt, Şirnex, Cizir, Silopî, Hezex, Elk, Bîsmîl û Kerboranê di roja 40'emîn greva birçîbûnê ya girtiyê ji doza PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û bêdorveger de meş pêk anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de parlementerê BDP'ê Sirri Sakik diyar kir ku, li zindanan çalakî çawa bi biryar bidomin, dê çalakiyên li derve jî wisa bidomin û wiha got: "Dê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê wekî berxwedana 14'ê Tîrmehê di sala 2012'an de jî li dijî faşîzma AKP'ê di ber xwe bide. 451 rojin li Îmraliyê hevdîtin nayê kirin.
ENQERE
Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê bi heman armancê li Kolana Yuksekê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniye de Parlementerê BDP'ê ya Mûşê Sirri Sakik, Parlementerê BDP'e yê Wanê Nazmî Gur, hevparên HDK'ê nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Ji tecrîda Ýmralî re êdî bese", "Greva birçibûnê di roja 40'an de ye", "Em çalakiya grevê silav dikin", "Em perwerdehiya bi zimane xwe dixwazin" vekirin û sloganên "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibin" û "Bijî biratiya gelan" qêriyan. Hevserokê BDP'ê yê Enqereyê Ahmet Aday diyar kir ku, çalakiya girtiyan ketiye roa 40'an û diyar kir ku, çalakiyê diparêzin û lê xwedi derdikevin.
'ZINDAN LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP'Ê TÊDIKOŞIN'
Di çalakiyan de parlementerê BDP'ê Sirri Sakik diyar kir ku, li zindanan çalakî çawa bi biryar bidomin, dê çalakiyên li derve jî wisa bidomin û wiha got: "Dê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê wekî berxwedana 14'ê Tîrmehê di sala 2012'an de jî li dijî faşîzma AKP'ê di ber xwe bide. 451 rojin li Îmraliyê hevdîtin nayê kirin. Ger ku di rojên pêş de mirin pêk bên kijan ehleq dê qebûl bike.?"
Çalakî bi rûniştinê bi dawî bû.
ŞIRNEX
Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê li Qada Cûmhûriyetê bi girseyî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, rêveberên BDP'ê rêveber û nûnerên MEYA-DER, KESK, ŞODER, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, endam û cîgirên şaredariya Şirnexê endamên komîsyonên taxê endamên meclîsa jinan jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê di daxuyaniyê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Zext me bêzar nakin" Qasidê Aştiyê li Îmraliyê ye", "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi ser we de hilweşînin" qêriyan. Girseyê dowîzên piştgiriyê didin çalakiyê û polîtikayên AKP'ê şermezar kirin bilind kirin.
Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Şirnexê Uzeyir Kilinç daxuyanî da û diyar kir ku, divê her kes tevlî vê çalakiya ji bo aştiyê bibe. Kilinç anî ziman ku, dê sibê di demjimêr 09.00'an de li ber Şaredariya Şirnexê kom bibin û heta Girtîehê meşekê pêk bînin. Girsê piştî daxuyaniyê xwest heta avahiya BDP'ê bimeşe û rastî mudaxaleya polîesan hat. Piştî demekê bûyer bi dawî bûn.
CIZÎR
Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê jî bi heman armancê meşek pêk anî û pişt re daxuyanî da çapemeniyê. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, pankarta "Em berxwedana li Îmralî û girtîgehan silav dikin vekirin. Girseya ku ber bi taxa Nûrê ve meşiyan bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin" bilind kir. Pişt re li kolana Ozkanê dauyanî da çapemeniyê. Serokê BDP'a Cizîrê Mehmet Nezir Akengîn, diyar kir ku, bi sedan girtî 40 rojin di çalayika gireva birçîbûnê dene û wiha got "Daxwaza girtiyên azadiyê daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelê kurd ên demokratîke. Girsê piştî daxuyani da dîsa heta avahiya BDP'ê meş pêk anî.
HEZEX
Rêxistina BDP'ê ya Hezexê jîe bi heman armancê meşek bi girseyî pêk anî û daxuyanî da çapemeniyê. Koma ku li taxa Turgut Ozal kom bû, heta Parka Aşitiyê meşiyan. Zêdeyî hezar kesên ku zêdetir jin bûn, pankarta "Greva birçîbûnê di roja 40'an de ye. Em li girtîgehan mirinê naxwazin", "Em çalakiya kesên ku di oxira jiyanê de bimirin ji jiyanê hez dikin silav dikin" vekir. Girseya ku heta kolana Adile Naşit meşiya dowîzên "Azadiya Serok azadiya gelê Kurd e" bilind kir û sloganên "Ocalan", "Berxwedana zindana, berxwedana gelaye" qêriyan. Girseya ku rastî benda polîsan hat çalakiya rûniştinê pêk anî û disa meşa xwe berdewam kir.
Pişti meşê li ser navê komê Endamê Meclîsa Giştî ya Şirnexê Hasan Yalman daxuyanî da. Yalman diyar kir ku, tecrid sûcê mirovahiye ye û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bê qebûlkirin.
Piştî daxuyaniyê girsê disa slogana "Bijî Serok Apo" berz kir û belav bû.
ELK
Rêxistina BDP'ê ya Elkê jî bi heman armancê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsê û Serokê Şaredariya Elkê gelek kes amade bûn. Serokê BDP'a Elkê Abdulkerim Ataman, daxuyanî da û tecrîd şermezar kir. Ataman diyar kir ku, heta dawi çalakiya girtiyan diparêzin û xwest daxwazên wan pêk bên.
SILOPÎ
Rêxistina BDPê ya Silopiyê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP'ê, MEYA -DER, KURDÎ-DER, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî ya bajar, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê bi sedan kes amade bûn. Komê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" bilind kirin. Li ser navê komê Sabriye Tokay daxuyanî da û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bê qebûl kirin.
BÎSMÎL
Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê ji bo meşa sibê ya DOKH'ê belavok hatin belavkirin. Koma li ber avahiya BDP'ê hate cem hev û di nav de Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu jî heyî belavokên "Em bi şîara ji Ocalan re azadî, ji qirkirinê re li qadanin" belav kirin. Sibê di demjimêr 14.00'an de dê meş li ber avahiya BDP'ê bên cem hev. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Bîsmîlê Yasemîn Şehmusoglu diyar kir ku, ew bawer dikin ku gelê Bîsmîlê dê sibê xwedî li vîna xwe derbikeve.
DÎLOK
Hêzên Demokratîk û Kedê yên Dîlokê jî ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê li Parqa Balikliyê daxuyanî da çapemeniyê. HDK, ÎHD, NÇM, ODP, OSP, ESP û KURDÎ-DER ji parqa Yeşîl Su hate Parqa Balikliyê meşiyan. Di meşê de pankrata "Daxwaz bên dîtin û mirin pêk neyên" vekirin û dowîzên "Bêdengî mirinê tîne", "Şer na muzakere", "10 hezar girtî di grevê de ne" û "Şer+îşkence+mirin=AKP" hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Rêvebera ESP'ê ya Dîlokê Sîbel Işik diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye û divê li hemberî çalakiyê bihestiyarî tevbêgerîn û daxwaz bên qebûlkirin.
MANÎSA
BDP'iyên ji navçeyên Manîsayê ji bo tevlî meşê bibin ber bi navedan bajar ve diçûn di derketina navçeyan de ji aliyê polîan ve hatin astengkkirin û ji lêpirsîna GBT'ê re hatin derbaskirin. Li ser vê yekê BDP'iyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku, heke destûra derketina wan neyê dayîn dê li nava koçeyê çalakiya rûniştinê li dar bixin û trafîkê bigirin. Piştî demek kin ya rageşiyê BDP'î derketin rê. Girseya li ber avahiya BDP'ê hate cem hev pankartên ''Grevên birçîbûne qêrîna azadiyê ye'', ''Em dê bi berxwendê azad bibin" vekirin û dowîzên ''Bila girtîgeh bên valakirin ji girtiyan re azadî", "Mirina bidin rawestandin" û "Mirin na em çareseriyê dixwazin" vekirin û heta Qada Manolyayê meşiyan.
Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Qasidê Aştiyê li Îmraliyê ye" hatin berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Manîsayê Kerem Taylan diyar kir ku tu heviya wan ji hikûmetê tuneye û wiha got: "Gotina me ji raya giştî ya Tirkiyeyê û mirovên xwedî wijdan e. Guh bidin vê qêrînê. Li hemberî şer bêdeng nemînin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
BEDLÎS
Rêxistina BDP'ê ya Norşînê ya Bedlîsê jî bi heman armancê bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan û endamên meclîsa şaredariyê dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin. Berî çalakiyê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya girtiyan. Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Norşînê Tahîr Mete jî diyar kir ku divê daxwazên gelê Kurd bên dîtin û daxwazên girtiyan daxwazên gelê Kurdin.
Piştî Norşînê dê li Bedlîsê jî çalakî pêk bê.
SÊRT
Dayîkên Aştiyê yên Sêrtê jî bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Gelek kesên di nav de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî heyî Dayîkên Aştiyê li avahiya BDP'ê ya Sêrtê ziyaret kirin. Şaredar Sadak di ziyaretê de axivî û anî ziman ku çalakiya dayîkan gelek watedar e. Dayîka Aştiyê Hediye Ozer jî keyfxweşiya xwe ya ji ber ziyaretê anî ziman û diyar kir ku, divê daxwazên girtiyan bên dîtin.
KERBORAN
Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê jî bi heman armancê meş li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Kerboranê Suleyman Aslan, rêvebeêrn saziyan û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Di heman demê de aştî, Bila girtîgeh bên valakirin û ji Ocalan re azadî" hate vekirin û sloganên "Girtiyên siyasî vîna me ne", "Bila girtî serbest bên berdan" û "Birêz Ocalan rûmeta me ye" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kerboranê Mehmet Kiliç axivî û diyar kir ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bên rawestandin dewlet tu hewildanan nake û wiha got: "Hinî hikûmet bêdeng dimîne çalakiya greva birçîbûnê bela dibe. Êdî rewş gelek nebaşe."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.