Leyla Xalid xwest ku Tugluk were berdan
Endama Polîtbûroya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê ( ERGF) Leyla Xalid ji Aysel Tugluk re peyam şand û got, ''Li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê em hêvî dikin ku hûn azad bibin.''
Endama Polîtbûroya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê ( ERGF) Leyla Xalid ji Aysel Tugluk re peyam şand û got, ''Li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê em hêvî dikin ku hûn azad bibin.''
Endama Polîtbûroya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê ( ERGF) Leyla Xalid peyma ji siyaetmedara Kurd Aysel Tugluk re şand ku teşhîsa demansê li ser hate danîn lê dîsa jî nayê berdan. Peyama Xalid ''Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin'' weşand.
Xalid di peyama xwe de bang li dewleta Tirk kir ku li gorî dad, mafê mirovan tevbigere û wiha bang kir:
''Aysela delal, em jinên Filistînî, hezkirina xwe ji we re dişînin û piştevanê we ne. Em hêvî dikin di demeke ne dirêj de li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê hûn azad bibin. Bila moralê we geş be. Hûn ê azad bibin.''
Şoreşgera Filistînî Xalid sala 1969'an tevlî çalakiya revandina balafirê bû û wiha navê wê deng vedabû. Piştî bi salekê dîsa tevlî çalakiya revandina balafirê bûbû.
Xalid a ku sala 1944'an çêbûyî yek ji milîtana Eniya Rizgariya Netewî ya Gel a Filîstînê bû. Îro di Konseya Netewî ya Filîstînê de cih digire.