Leşkerên Tirk bi her awayî dimirin!

Beşeke zêde ya leşkerên artêşa Tirk di çalakiyên HPG/YJA-STAR’ê de jiyana xwe ji dest didin û beşeke din jî ji ber ku derûniya wan xera dibe xwe dikujin. Hin mirin jî tê veşartin.

Artêşa Tirk ligel teknîka xwe ya leşkerî ya xurt li hemberî gerîlayan têk diçe.

Mirina hin leşkerên Tirk ên di şerê qirêj ê li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk tê veşartin. Hin leşker jî ji ber ku derûniya wan xera dibe, xwe dikujin.

Ogûzhan Eser (22) yê ku li Çelêya Colemêrgê leşker bû, ji bo destûra salane hat Bergamayê ya bi ser Îzmîrê. Eser nêzî depoya avê mirî hate dîtin.

Tê diyarkirin ku Eser gulle bera xwe daye û xwe kuştiye.

Hat hînbûn ku Eser hevalê nêz ê çawişê pispor Harûn Arvas e. Arvas jî di çalakiya HPG’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Arvas, Eser jî di warê derûnî de piştgirî distend.

KUŞTINA LEŞKERAN TÊ VEŞARTIN

Artêşa Tirk gelek kuştin û windahiyên xwe vedişêre.

Artêşa Tirk duh jî îddîa kiribû wesayîtên zirxî yên ku ji Wanê diçûn Geverê ya Colemêrgê qeza kirine û li vê derê 15 leşker birîndar bûne.

Artêşa Tirk hefteya borî jî gotibû ku leşkerek ji ‘zinarê têwer bûye’

Hatibû îddîakirin ku leşkerê bi navê Yûsûf Demîryurek li Çelê ji zinarê têwer bûye û jiyana xwe ji dest daye.