Leşkeran gundê Miseynterê dorpêç kirin
Leşkeran gundê Miseynterê dorpêç kirin
Leşkeran gundê Miseynterê dorpêç kirin
Gundê Miseynter ku bi rojane nobeda bexwedanê lê tê girtin, ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Gelek wesayîtên zirxî li gund hatin bicihkirin û zext tê kirin, ku kon werin rakirin.
Di roja 66. a berxwedana Kobanê de, gundê Miseynterê yê lê nobeda berxwedanê tê girtin, ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Li gundê ku bi rojane nobed lê tê girtin gelek wesayîtên zirxî hatin bicihkirin û zext tê kirin ku konên nobedarên berxwedanê bên rakirin. Ji bo rakirinê nîv saetê dem hat dayîn. Parlamenterên HDP'ê Nûrsel Aydogan, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û Îbrahîm Ayhan bi leşkeran re hevdîtin kirin. Leşkerên ku bi 4 maşînên leşkerî yên bi tîpa "kîrpî", 3 maşînên bi tîpa "akrep" û bi TOMA'yekê dor li gund girtine gefa "Ev der qada şer e, hûn nikarin bikşînin" li rojnamevanan xwarin. Her wiha wênekêşên aktîvîstên biyanî jî hatin girtin.


