Komîsyona Binî ya Qilebanê a Meclîsê biryar da ku wê rapora derbarê Komkujiya Roboskiyê de meha mijdarê bê nivîsîn. Lê hin daxwazên endamên komîsyonê yên BDP û CHP’ê hatin redkirin. Ertugrul Kurkçuyê BDP’ê gotku li Roboskiyê her tişt holê tenê îtiraf kême û da zanîn ku endamên komîsyonê yên AKP’î ji bo pirsgirêk bê çareserkirin tiştek nakin.
Parlamenterê BDP’ê nîqaşen di komîsyonê de ji ANF’ê re nirxand. Kurkçu diyar kir ku rapor dê heta 7 meha mijdarê bê nivîsîn.
Kurkçu wiha axivî: “Me li ser dû mijaran nirxandin kir. Yekemîn ya CHP’ê bû. CHP’ê xwest ku ji Serfermandiray Giştî rayedarek were û agahî bide komîsyonê. Me jî xwest ku agahiyên di destê Emerîka û rêveberiya Herema Federal a Kurdistanê de ji komîsyonê re bên şandin. Lê ev daxwazên me bi hinceta ‘Tiştek nû nayê’ hatin redkirin.”
HER ŞEY LI HOLÊ YE TÊNÊ ÎTIRAF KÊM E!
Kurkçu da zanîn ku her çiqas rapor were nivîsîn jî tu baweriya wan tuneye ku encamek baş derkeve holê û wiha domand:
“Tu tiştê ku pêwîste em hîn bibin, nehat lêkolînkirin. Hê nediyare ka fermana komkujiyê kî daye. Endamên komîsyonê yên AKP’î jî di navbera wijdan ê serokê xwe de man. Ji ber vê jî nikarîn îradeya pêwîst bidin nîşandan.”