Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ku ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê daxuyanî da û bêdengiya li hemberî çalakiyên birçîbûnê yên di roja 42’mîn de protesto kir û her kes vexwend ku hêz bidin dengê ji zindanan bilind dibe.
Ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 42’mîn de ku girtiyên siyasî yên Kurd dane destpêkirin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu û Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Alî Tanriverdî da diyarkirin ku, hemû çalakiyên birçîbûnê yên ji salên 1980’an ve hatine destpêkirin gihane astên krîtîk û got; “Kêm maye ji zindanan tabût derbikevin. Beriya ku bigehe vê astê pêwîste daxwazên girtiyan bêne pejirandin û pêşiya mirinan bigirin.”
Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî got; “Bi hezaran kesên ku di nava çar dîwaran de bawer dikin ku dê vê meseleyê çareser bikin; siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevanên ku qada wan ya têkiliyê berfireh, hêjan têkildarî vê mijarê pêngavek biqîmet ne avêtine.”
Kurkçu hemû kesimên civakê vexwend ku hêz bidin dengê ji zindanan bilind dibe û wiha axivî: “ Di vî welatî de ev 20 sale em tabûtan hildigirin. Lê belê êdî ev axe jiyanê dixwaze. Mirov ji bo vê jiyanê biafirînin mirinê didin berçavê xwe. Em jî dikarin weke wan bi wêrek bin. Bila mirin na jiyan qezenc bike, şer na aştî qezenc bike, zalim na bila mazlûm qezenc bikin. Daxwaza dîroka hemû mirovahiyê eve.”
Di çalakiyê de bê navber sloganên “Bila girtiyên siyasî bên berdan”, “Girtiyên siyasî onûra me ne”, “Em dê ber xwe bidin ber xwe bidin û qezen bikin.”