Kurdistaniyên li Rusyayê 15’ê Tebaxê pîrozkirin

Li bajarê Moskova yê Rusyayê Kurdistaniyan Pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin û diyarkirin ku vê pêngavê Kurd ji tinebûnê rizgar kiriye.

Kurdên li paytexta Rusya Moskovayê dijîn Pêngava 15’ê Tebaxê di salvegera wê de silav kirin.

Kurdistanî li Mala Çandê ya Lûnaçarsky a li Moskovayê hatin ba hev û şehîd bibîr anîn.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurdan a Navnetewî Arif Azmanî cejna vejînê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû gelê Kurd pîroz kir.

Azmanî anî ziman ku Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ji tinebûnê rizgar bûne û got, “Em çalakiyên heval Egîd û rêhevalên wî yên Dihê û Şemzînanê silav dikin.”

Azmanî her wiha berxwedanan Rojiya Mirinê ya Mezin ya kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Ferhat Kûrtayan jî silav kir û diyar kir ku Kurdan di rasteya van berxwedanan de destketî bi dest xistine.

Seroka Organîzasyona Jinên Kurd ya Viyanê Tera Qadir jî axivî û got: “Jinên Kurd bi saya 15’ê Tebaxê xwe rêxistin kirin û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de rola pêşengiyê girtin ser milê xwe. Jinê Kurd û her wiha jinên Rojhilata Navîn bi 15’ê Tebaxê re hebûna xwe qezenc kirin.”

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Rûsya Reşad Benav jî anî ziman, destketiyên ku gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi dest xistiye û asta ku îro gihîştiyê di saya ruhê fedayî yê 15’ê Tebaxê pêkhatiye.

Di merasîmê de hunermendên Kurd Berfîn Mamedova, Hunermend Zahar û Hozan Seyran Hacîyeva jî derketin ser dikê û bi pêşkêşkirina berhemên xwe pîrozbahî coşandin.