Kurdistaniyên li Karlstadê ji bo Efrînê di greva birçîbûnê de ne

Kurdên li Karstadê ji bo êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan şermezar bikin, ji roja Înê ve di greva birçîbûnê de ne.

Kurdistaniyan li meydana Stora Torgetê kon vedan, alên YPG/YPJ û wêneyên jin û zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin kuştin bi kon ve kirin.

Ji bo agahdarkirina raya giştî jî belavokan belav dikin. Greva birçîbûnê di çapemeniya xwecihî de jî cih girt.

Vijan Alipour li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivî û got, heta ku dagirkeriya li ser Efrînê biqede û gel li cih û warê xwe vegere, wê bi çalakiyên cihêreng vê mijarê timî bînin rojevê.

Alipour diyar kir, greva wan a birçîbûnê wê 4 rojan bidome û got, "Baldarî û eleqeya gel û çapemeniyê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Gel tê serdana me û dewleta Tirk şermezar dike. Em ji hikumeta Swêdê dixwazin ku mijarê bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî."

Çalakgerên greva birçîbûnê bi dirûşm, stran û sirûdên xwe destekê didin berxwedana Efrînê.