Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê daketin qadên Newrozê

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi şiyara "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" li gelek bajaran Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi şiyara "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" li gelek bajaran Newroz pîroz kirin.

DUISBURG: Kurdistaniyên li bajarê Duisburg ê Elmanyayê dnaê êvarê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Qisekeran gotin, "Agirê berxwedanê yê Newrozê îro li Efrînê hatiye dadan û berxwedana gel dewam dike. Her Kurd divê xwedî li vê berxwedanê derkeve û bikeve nava liv û tevgerê."

FREIBURG: Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, Newroza îsal diyarî berxwedana Efrînê hate kirin. Çalakiya Newrozê bi meşeke bi meşaleyan li navenda bajêr dest pê kir. Girseya gel li meydana Alte Synagoge ji bo şehîdên Efrînê deqeyek rêz girt û piştre agirê newrozê dada.

HAMBURG: Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi sedan kes tevlî meşa Newrozê bûn. Girseya gel danê êvarê li semta Altona li hev civiya û bi qîrîna dirûşman ber bi Sternschanze ve meşiya. Piştre daxuyanî hate dayin û desteka Elmanyayê ya ji bo dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye hate şermezarkirin.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrücken ê Elmanyayê, ji bo pîrozkirina Newrozê meşek bi meşale hate lidarxistin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî meşê bûn. Meşa ku ji Landwerhplatzê dest pê kir heta Kongresshalle dewam kir. Li vê derê agirê neworzê hate dadan û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Newroz" hatin qîrîn.

STUTTGART: Platforma Piştevaniya Efrînê ya Stuttgartê, ji bo xwedîderketina li Efrînê pîrozbahiyeke Newrozê organîze kir. Kurdistaniyên li Schloss Platzê tevî berf û sermayê li hev civiyan ber bi cihê çalakiya nobedê ve meşiyan. Piştre mîtîng hate lidarxistin.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi çalakiykeê agirê Newrozê hate dadan û li ser Efrînê belavok hate xwendin. Di çalakiyê de dirûşmên "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hatin qîrîn.

DEN HAAG: Pîrozbahiya li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi meşa ji bo Efrînê dest pê kir. Kurdistaniyan li dijî Yekîtiya Ewropa û NATO'yê ku li pêşberî komkujiyên li Efrînê bêdeng in dirûşmên şermezarkirinê qîriyan. Piştî meşê li meydana bajêr agirê Newrozê hate dadan.

STRASBOURG: Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi sedan Kurdistanî ji bo xwedî li Efrînê derkevin û Newrozê pîroz bikin bi meşaleyan meşiyan. Meşê heta navenda bajêr dewam kir û banga berxwedanê hate kirin.

MARSILYA: Bi sedan Kurdistaniyên li meydana Canebiere ya bajarê Marsilya yê Fransayê li hev civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Bijî Newroz" û meşaleyan meşiyan. Piştre li Vieux Portê mîtîngek hate lidarxistin û bi navê komîteya amadekar Rênas Demhat got, "Duh Dehaq hebû, îro jî Erdoğan heye. Dehaq zarokên Kurdan dikuşt, Kawayê Hesinkar jî li ber rabû. Mîna Kawayê Hesinkar divê em jî li ber zaliman rabin."

NICE: Bajarekî din ê Fransayê ku çalakiya Newrozê lê hate lidarxistin bajarê Nice bû. Kurdistanî duh êvarê li Place Massenayê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin. Mîtîng bi dadana agirê Newrozê qediya.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe heta meydana Republique meşiyan. Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk duh zarokên xwe neşandin dibistanê. Piştî meşa bi meşale li qada mîtîngê axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku talanker û dagirker wê ji Efrînê bên derxistin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi hezaran kes bi meşaleyan meşiyan û Newroz pîroz kirin. Girseya gel a li meydana Opera Viyanayê hate cem hev, ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê deqeyek rêz girt. Qisekeran destnîşan kirin ku Efrîn a ku bi ruhê Newrozê li ber xwe dide wê ti carî têk neçe.

INNSBRUCK: Li paytexta herêm Tirolê ya Awûstûryayê li bajarê Innsbruckê Newroz bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin. Pitşre li navenda bajêr agirê Newrozê hate dadan.