Kurdistanî li Bern û St. Gallenê ji bo Efrînê daketin qadan

Li bajarên Bern û St. Gallenê, Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo Efrînê daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakiya li Bernê ji aliyê hunermendên Platforma Berxwedana Efrînê ya Swîsreyê ve hate kirin û bi rêya şano qala kuştina sivîlan û zarokan li Efrînê hate kirin. Her wiha bi wêneyan bal hate kişandin ser komkujiyên bi destê dewleta Tirk hatine kirin. Çalakgeran her wiha li qadên Waissenhausplatz, Zyglogge, Gazinoplatz, Bundeshausplatz û Bahnhofplatz ên bajêr belavok belav kirin.

ST. GALLEN

Li bajarê St. Gallenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asrîn Denîz li Markplatzê maseya agahdarkirinê hate danîn. Der barê êrîşên li ser Efrînê belavok hatin belavkirin û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine, agahî ji mirovan re hatin dayin.