Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk
Li ser bingeha kampanya referandûma 16’ê Nîsanê, tevgereke gel a Antîfaşîst derketiye holê û diyar e, piştî referandûmê jî wê ev tevgere, li dijî faşîzmê hê xuttir, berfirehtir bibe.
Li ser bingeha kampanya referandûma 16’ê Nîsanê, tevgereke gel a Antîfaşîst derketiye holê û diyar e, piştî referandûmê jî wê ev tevgere, li dijî faşîzmê hê xuttir, berfirehtir bibe.
Êdî çend roj man ku, Tirkiye bi lezûbez ber bi referandûma 16’ê Nîsanê ve biçe. Encamê sindoqan çi dibe bila bibe, 16’ê Nîsanê jibo destpêkirina pêvajoyekê nû de hêvî û baweriyek afirandiye. Bêguman ev pêvajoya nû, wê bibe têkçûna faşîzmê û serketina Azadî û Demokrasiyê. Faşîzma ku wê têk biçe, faşîzma DAIŞ-AKP û MHP’ê ye. Pêvajoya şoreşa nû jî, wê bi şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistan û bi pêşengiya wê de jî, bi şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratik re were tacîdar kirin. Êdî li heremê pêvajoya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk dest pê kiriye, lewma wê hêza ti derdorên faşîst, emperyalîst û paşverû nikaribe wê pêvajoyê asteng bike û bide rawestandin.
Di referandûma 16’ê Nîsanê de em bi hêvî û bawerin ku, wê dengê NA qezenç bike û li ser vê bingehê jî, pêvajoya têkçûna faşîzma AKP û MHP’ê dest pê bike. Lewra hêzên ku di referandûmê de dibêjin NA pirreng û gelek berfireh in.
Dîsa di referandûmê de, li dijî faşîzmê kampanya NA’yê bûye Tevgereke Gel û ne tenê xebatek hilbijartinê, her wiha li dijî faşîzma AKP û MHP’ê tekoşînek bi giştî ya Aşîtî û Demokrasiyê tê birêvebirin. Ev tekoşîn jî, ji niha ve veguheriye berxwedana giştî ya Antîfaşîst.
Li beramberê vê, hêzên ku wê di referandûmê de bêjin Erê jî, bi tenê derdorên li gel Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ve bi sînor bûye. Ev hêz û derdor bi hevkariya Devlet Bahçelî dixwazin; dîktatoriya faşîst a takekesî ya Tayyip Erdogan ava bikin. Ev hêz li Tirkiyeyê bûne derdorên menfeatparêz û hêzekê wan a qismî jî heye, lê ev hêz, hem di nav xwe de ber bi perçebûnê ve diçe, hem jî li hindûr û derve de jî di her alî de hatiye tecrîd kirin.
Qûtbûna Kurdan ya di hindûr de belavî tevahiya beşên civakê bûye. Elewî qetiyane, Jin qetiyane, Kedkar qetiyane, Teqawît û ji her beşên civakê qûtbûneke ciddî heye. Ya herî girîng jî di nava AKP û MHP’ê de qûtbûnek mezin ji eniya faşîst a Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî pêk hatiye. Ji xwe ji ber bihabûnê, darbeya Rewşa Awarte û terora giştî ya faşîst, ku di encama wê de komkujiyên mezin pêk hatin, wisa kiriye ku li Tirkiyeyê de êdî ti kes nikare bijîn. Zîndan ji her demê bêtir hatine tijekirin û rêveberiya AKP’ya ku bi îdîaya 'sifir îşkence' hate ser desthilatê, îro îşkenceyên dema faşîst a 12’ê Îlonê derbas kiriye. Li dijî zilm û îşkenceyên Faşîzma AKP û MHP’ê, îro li tevahiya girtîgehan de grevên birçîbûnê destpêkiriye û belavî her derê dibe.
Tecrîda derve ya li ser faşîzma AKP û MHP’ê hê berfirehtir e. Di dîroka TC’yê de cara yekem e ku ev çendî bi Amerîka û Ewropa re dijbere û hatine beramberê hev û dû. Li Suriyeyê bi Amerîkayê re hema bêjin hatiye asta şer, dewletên Yekîtiya Ewropa jî, rêveberiya Tayyip Erdogan weke 'Rêveberiya nayê xwestin' îlan kirine. Dema ku girêdan û bende kirina dewleta TC ya bi van hêzan û nexazim jî bi desteka rêveberiya Amerîka desthilatbûna wan bi baldarî were şîrove kirin, rewşa tecrîda niha jî diyar dike ku; dawiya rêveberiya Tayyib Erdogan hatiye. Li beramberê vê jî hewldanên xwe spartina Rûsya, Îran û Îsraîl jî, di heman demê de şantaja li dijî Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ye. Her çendî xwestin civaka Tirkiyeyê jî bi van hewldanan bixapînin, lê bi ser neketin û di vê alî de jî rêveberiya Erdogan bi hêz nebû, lawaztir bûye.
Ji faşîzma AKP û MHP’ê re di rewşeke wiha ya tecrîtê de ji derve bi tenê Siûdî , Qatar û PDK destek dike. Bi taybet jî li gel piştevaniya PDK a aborî û dîplomatik, li dijî PKK’ê di tekoşînê de piştevaniya xwe nîşan dide û ev hevkarî ji aliyê Bînalî Yildirim jî ve yekser hate gotin. Lê belê pêşkevtinên dawî yên li Kerkûkê jî nîşan dide ku ev tifaq jî ber bi dawiyê diçe. Bi fermana AKP’ê ajotina PDK’ê li Şengalê bi xwe re pirsgirêkên mezin çêkir û li beramberê vê jî PDK’ê li Kerkûkê de referandûm anî rojêvê û ji AKP’ê re bersiv da. Bi tenê ev rewşa dawî ya Kerkûk û nerazîbûnên rêveberiya Erdogan jî nîşan dide ku, dewleta TC û rêveberiya AKP çendî dijminê Kurd û Kurdistanê ye carekdin eşkere kiriye û têkiliyên AKP û PDK jî çiqasî zerer dide Kurdan raxistiye ber çavan. Ev jî piştrast dike ku dîtin û ramanên PKK’ê gelekî rast in û ji bo pêşeroja tevahiya Kurdan e. Di rewşeke wiha de, êdî zehmete ku PDK weke berê destek bide faşîzma AKP û MHP’ê, ku ev jî di 16’ê Nîsanê de wê bi têkçûna faşîzma AKP û MHP’ê dest pê bike.
Em careke din bêjin; ev rastî jî bi eşkere nîşan didin ku, ji 16’ê Nîsanê şûn de wê pêvajoya jihevketin û têkçûnê ya faşîzma AKP û MHP’ê dest pê bike. Di 16’ê Nîsanê de ji sindoqan kîjan encam dertê bila derkeve, wê pêvajoyeke wiha ya siyasi dest pê bike. Dixwazin bila NA an jî ERÊ derkeve, piştî referandûma 16’ê Nîsanê, wê bibe dawiya rêveberiya faşîst a Erdogan û Bahçelî. Eger NA derkeve, wê pêşketin hê leztir û xwîn kêmtir biherike. Di sindoqan de ERÊ derkeve jî, wê dîsa pêvajoya hilweşîna dîktatoriya faşîst pêşkeve, lê ev pêşketine, wê hê zêdetir şer dijwartir û xwîntir bike. Lewma encamên referandûmê, wê tesîrek girîng li ser pêşketinên siyasî bike. Jib er vê jî, jibo hê zûtir û kêmxwîntir faşîzma Erdogan û Bahçelî têk biçe û were hilweşandin; divê di referandûma 16’ê Nîsanê de weke encam NA derkeve.
Mirov dikare bêje; li ser bingeha kampanya referandûma 16’ê Nîsanê, tevgereke gel a Antîfaşîst derketiye holê û diyare ku piştî referandûmê jî wê ev tevgere, li dijî faşîzmê hê xuttir, berfirehtir, bi rê û rêbazên cûda û bênavber berdewam bike. Tevahiya derdorên ku ji terora faşîst, qetlîam, şer, enflasyon, ji tinebûn û bêkariyê zerer dîtine, wê demekê ji yadin zûtir, hewlbidin kû xwe ji Faşîzma Erdogan û Bahçelî rizgar bikin. Di serî de Kurd, Elewî, Jin, Cîwan, Kedkar û tevahiya bindestan wê bixwazin kû vê dîktatoriya faşîst birûxînin. Di 16’ê Nîsanê de encam çi dibe bila bibe, piştî referandûmê wê di nava AKP’ê de perçebûn pêk were û jixwe MHP ji niha de perçe bûye. Êdî ne pêkan e ku Erdogan û Bahçelî hêza xwe ya berê bikar bînin û li ser lingan rawestin.
Li derve jî, piştevanê wan ê herî mezin PDK, wê êdî mîna berê destek neke. Ji ber ku têkiliyên AKP û PDK’ê xesar û ziyanek mezin daye kurdan û hatiye teşîrkirin. Civaka Kurd êdî wê rê nede têkiliyên wisa û qebûl neke. Bi tenê piştevaniya Siûdî û Qatarê jî, wê faşîzma Erdogan û Bahçelî nikaribe xwe li ser lingan bigre. Jihevketin û tengkirina DAIŞ’ê jî wê bi xwe re, jihevketin û belavbûna faşîzma AKP û MHP’ê bîne. Têkiliyên bi Rûsya û Îsraîlê jî, berdin liser lingan hiştîna AKP’ê, beravajî wê hêzêdetir AKP’ê zeyîftir bike. Ji têkiliyên bi Îranê wêdatir, di navbera wan de nakokî û tekoşînek heye. Ewropa û Amerîka jî, piştî encamek wiha herhal wê nexwazin ligel rêveberiya Tayyip Erdogan bijîn. Lewre li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî wê derve jî tecrîd hê zêdetir bibe û ev jî wê bi xwe re hilweşandina wan hê zûtir bike.
Nakokî û şerê Amerîka-Îranê, ku ji aliyê Amerîka ve tê pêşxistin jî wê nikaribe Faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike. Çawa ku provokasyonên Minbic, Şengal û Reqa nekarîn faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bike, niha jî şerê Amerîka bi rêveberiyên Îran û Sûriyê re, wê nikaribe Faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike. Kêfxweşî û heweskirina alîgirên Erdogan û Bahçelî jî vala ye.
Ji 16’ê Nîsanê û pê ve pêşketina herî girîng a siyasi jî, wê têkçûna faşîzma Erdogan û Bahçelî be. Ev jî wê bi xwe re Azadiya Kurdistan û demokratikbûna Tirkiyeyê bafirîn e. Demokratikbûna Tirkiyeyê wê di heman demê de, pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî veke. Kurdistana Azad jî wê Rojhilata Navîn a Demokratîk bafirîn e. Êdî azadiya Kurdistan bi demokratîbûna Rojhilata Navîn ve di nav hevde ye û ji her demê bêtir bi hevdû ve hatiye girêdan. Wê demê divê, ji tevahiya nêzîkatî û helwestên teng û xwecihî werin derbaskirin û têkoşîna Azadiya Kurdistan û Demokratibûna Tirkiyeyê di asta heremê de were dest girtin û meşandin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA