Kurdistan û Tirkiye ji bo ciwanên şoreşger li ser piyan e

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakiyên şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê dewam dikin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê û hesabê komkujiyê hat pirsîn.

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakiyên şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê dewam dikin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê û hesabê komkujiyê hat pirsîn. Çalakiyên protestoyî rastî êrîşa polîsan hatin. Li Edeneyê jî kesekî alîgirê DAIŞ'ê gule li ciwanan reşand, lê belê tiştek bi wî nehat kirin.

KIRŞEHÎR: Endamên Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê yên Kirşehîrê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê, li Meydana Cacabeyê daxuyaniyek dan. Endama Egîtîm-Senê Fûlya Ardiç Îkîz li ser navê komê daxuyanî da û zîhniyeta ciwan qetil kiriye, lanet kir. Îkîz diyar kir ku kiryarên komkujiya li Pirsûsê diyar e û destnîşan kir ku divê hesap ji hemû siyasiyên bingeh ji vê komkujiyê re amade kirine, bê pirsîn.

EDENE: Li Edeneyê jî, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê, duh bi şev li taxên Daglioglû, Gulbahçe, Barbaros, Şakîrpaşa û Hurriyet ên navçeya Seyhanê ciwan daketin kolanan. Meşa ciwanan li êrîşa poLîsan a bi ava şid û gaza îsotê rast hat. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hwayî besiv dan êrîşa polîsan û pevçûn derket. Li taxa Gulbahçeyê polîsan bi fîşekên rastî êrîşî ciwanan kirin. Her wiha endamê Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî Soner Mete Solmaz hat binçavkirin û piştî wergirtina îfadeyê hat berdan. Li kolana Şahîrpaşayê jî di dema êrîşa polîsan de kesekî bi navê Y.D. ku tê gotin alîgirê DAIŞ'ê ye, bi çeka giran gule li ciwanan reşand. Tiştek bi kesî nehat, lê belê polîsan der heqê vî kesî de tiştek nekirin.

MERSÎN: Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê ciwan li taxa Barbaros a navçeya Mersîn Tarsûsê daketin kolanan, lê belê rastî êrîşa polîsan ahtin. Li ser bersivdayîna ciwanan a li êrîşa polîsan pevçûn derket û heta derengiya şevê dewam kir. Di bûyeran de kesek û 2 polîs bi sivikî birîndar bûn.

MÊRDÎN: Êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî, li navçeya Mêrdîn Kerboranê ji aliyê ciwanan ve li taxên Bahçebaşi û Tepebaşi bi danîna bendan li ser rê hat protestokirin. Lê belê li vê derê jî polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên ehwayî û molotofkokteylan bersiv dan êrîşa polîsan. Protesto heta ber destê sibehê dewam kir. Komkujî îro jî li navçeya Dêrikê hat şermezarkirin. Dikandaran dikanên xwe venekirin û DBP'ê û Şaredariya Dêrikê paşê reş li avahiyên xwe yên xizmetê ve kirin.

ŞIRNEX: Yek ji navendên çalakiyên protestoyî navçeya Şirnex Hezex bû. Li kolanên Alanya û Adîle Naşîn ciwan duh êvarê civiyan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" ciwanên SGDF'yî bibîr anîn. PiştÎ demekê polîsan êrîşî ciwanan kirin û li ser bersiva ciwanan pevçûn derket.

AMED: Li navçeya Amed Pîranê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û çalakiya rûniştinê pêk hat. Li taxên yeşîl Tepe, Çelebî û Baglarbaşi welatiyan bend danîn û ji ber êrîşa polîsan heta nîvê şevê pevçûn qewimî. Ji ber êrîşa polîsan camê gelek dikanan şikestin.

AYDIN: Endamên Platforma Aştî, Ked û Demokrasiyê ya Aydinê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê li ber avahiya HDP'ê ya bajêr civiyan. Bi sedan kesên ber bi Bûlwara Adnan Menderes ve meşiyan, komkujî şermezar kirin. Protesto bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. Polîsan li vê derê jî êrîşî girseyê kirin û li ser bersiva ciwanan, heta nîvê şevê pevçûn qewimî.

RIHA: Li navçeya Riha Xelfetiyê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê meşek hat lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Ahmet Sonmez li ser navê girseyê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir. Sonmez bang kir ku li her qadê xwe parastin bê xurtkirin.

BEDLÎS: Li navçeya Bedlîs Xîzanê, endamên YDG-H, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê, li ser rêyên li navenda navçeyê bend danîn. Polîsan li vir bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin, ciwana jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv dan. Pevçûn heta nîvê şevê dewam kir.