Kurdên li Rûsyayê li ber êrişên nijadperest ên li Tirkiyeyê rabûn

Kurdên li Rûsyayê, êrişên nijadperestiyê yên bi bahaneya şewata daristanên li Tirkiyeyê têne kirin, şermezar kirin.

Jinên Kurd ên nli gundê Perekopnoye yê navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, polîtîkayên 'hêrs' û 'nefret'ê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Jinan nerazîbûn nîşanî êrişên nijadperest dan ku dema dawî zêde bûne, bi taybetî jî qetilkirina 7 Kurdan li navçeya Meram a Konyayê bi bîr xistin.

Jinan lînçên nijadperestiyê bi bîr xistin ên ku bi bahaneya şewata daristanan têne kirin û bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Jinan destnîşan kirin ku yekane rêya çareseriyê, Îmrali ye.

Gozel Yûsûbova bi navê Komîteya Jinê ya Meclîsa Kurd a Yerşovê axivî û anî ziman ku êrişên li dijî Kurdan ji rêzê nînin û armanca hêzên faşîst ên li pişt van êrişan e, qetilkirina gelê Kurd e.

Yûsûbova diyar kir ku Kurd li dijî van êrişên nijadperestiyê divê baldar bin, xwe biparêzin û got, "Dewleta Tirk a faşîst derbên mezin ji gerîla xwariye, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku nikare xwe li vê rabigire, êrişî gelê Kurd dike."

Yûsûbova nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û bang li PDK'ê kir ku dest ji xeta xwe ya heyî berde.

Yûsûbova diyar kir ku Kurd tenê bi yekîtiyê dikare pêşî li van êrişan bigirin û destnîşan kir ku her Kurdek divê li dijî van êrişan bikevin nava liv û tevgerê.