Duh li taxa Hasankoy a navçeya Meramê ya Konyayê malbateke Kurd a Qersî ji hêla nîjatperestên Tirk ên AKP/MHP'yî ve hate qetilkirin. Di komkujiyê de ji eynî malbatê 7 kes hatin kuştin. Cenazeyên Yaşar Barş, Serpîl, Serap Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari şevê dî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Îro piştî nimêja esrê cenaze li Goristana Saraçoglu a navçeya Karatayê wê werin veşartin.
Ji şevê û dî û wir ve malbata ku hatî ber nexweşxanê radiweste.
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got cenazeyên endamên malbata Dedeoglu got îro li Goristana Saracoglu wê werin veşartin û bang li gel kir ku her kes li dijî komkujiya nîjatperest hazir bin.