Kurdên li paytexta Franse Parîsê dijîn, bi lidarxistina çalakiyan kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin.
Çalakiya bîranînê dê 19’ê cotmehê li salona Espace Venise ya li berbajara Sarcelles a Parîsê pêk bê. Merasima bîranînê dê saet 18.00 de, bi axaftinan dest pê bike û dê sînevîzyon bê nîşandan. Her wiha dê di çalakiyê de helbest bên xwedin û stran bên strîn.