Kurdên li Almanyayê piştgirî dan berxwedana Rojava!

Kurdên li Almanyayê piştgirî dan berxwedana Rojava!

Kurdên li Almanyayê dijîn ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û êrîşên li ser gelê Kurd şermezar bikin li gelek bajaran xwepêşandan pêkanîn. Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ên tevlî meş û mitîngan bûyî sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û peyamên “Gelê Rojava bitenê nîne” dan.

Kurdên li Almanyayê dijîn ji bo li Rojavayê Kurdistanê dawî li êrîşên komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê ên ser Kurdan were û ji bo rayagiştî ya navnetewî gelê Rojava biparêze bikeve nava tevgerê, li gelek bajaran xwepêşandan pêkanîn. Meş û mitîngên ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanya û PYD’ê ve hatin organîze kirin, coşa girseyê balkişande ser xwe û piştgiriyek tam dan gelê Rojavayê Kurdistanê.

Kurdên li Eyaleta NRW jiyan dikin li Bonnê kombûn, her wiha xwepêşandanên ku li bajarên Hamburg, Hannover û Bremenê tevlî meş û mitînga bûn daxwaz ji rayagiştî ya Ewropa û cîhanê kirin ku li hemberî komkujiya li Rojava tê kirin bêdeng nemînin. Bicewherî xwepêşandanên duh çêbûyîn wiha ne:

KURDÊN LI NRW LI BONNÊ MEŞIYAN

Kurdên ku li Eyaleta Bakûrê Ren Vestfalya a ku li Almanyayê eyaleta herî mezine jiyan dikin, ji bo Kurdên Rojava li bajarê Bonnê hatin gel hev. Meş di demjimêrên şevê de li qada Am Frankenbadê destpê kir. Meşa ku ji aliyê PYD’ê ve hate organîze kirin û Yek-Kom’ê jî piştgirî dayê zêdetirî hezar kesan tevlî bûn. Ji bilî alên PYD, KCK û yên Kurdistanî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îsa Huso yê li Qamişloyê hate qetilkirin û zarokên ji aliyê çeteyên El Nusra ve hatin qetilkirin hilgirtin. Di meşê de pankartên bikurdî û almanî ên “El Qaîde-El Nusra ji Kurdistanê bicehneme”, “Bila dawî li şerê li Kurdistanê were” li ser nivîsî hatin vekirin.

Çalakvanên ku qasî du demjimêran meşiyan bênavber sloganên “Bimire Tirkiye”, “El Nusra ji Rojava û Sûriyeyê bicehneme” qîriyan. Meşvan heya navenda bajar hatin û li wir mitîng pêkanîn. Di mitîngê de endamê Meclisa Ewropayê yê PYD’ê Ehmed Kobanî axivî û balkişande ser komkujiyên li Rojava têne kirin. Kobanî diyarkir ku, milîtanên El Nusra ên ji destê YPG’ê derbe xwarin, êrîşî sivîlan dikin û wiha got:

“Ev terorîst û eşqiyane. Şikestiya ku jiyan kirine, êşa wê ji xelkê sivîl û bêparastin derdixînin. Barbarên ku ji mirovbûnê derketine. Ev Sûriyeyî nînin. Ji welatên Efxanîstan, Pakîstan û welatên din hatine hewil didin me li ser axa me derxînin. Em dê destûrê nedin vê. Dibe ku em bedelên giran bidin. Lê belê eger mirin jî hebe em dê axa xwe biparêzin. Îro em Kurd jî ji bo azadiya xwe bidest bixin li Rojava tekoşînê didin meşandin. Ev firsendekî dîrokiye. Em naxwazîn vê firsendê winda bikin. Ji bo vê em weke gel di nava berxwedanekî pir mezin de ne.”

‘ROJAVA XETA ME YA SORE’

Endamê meclisa PYD’ê Kobanî ambargoya ku li Rojavayê Kurdistanê tê pêkanîn jî bibîrxist û wiha got: “Em li aliyekê bi rejima Sûriyeyê re li aliyê din jî çeteyên ku Tirkiyeyê rêxistin kirine tekoşînê didin meşandin. Hemû deriyê sinor li ser gelê me girtine. Dixwazin me bi birçiyatiyê dîl bigirin. Eger dibêjin em dê wisan biserbikevin xwe dixapînin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî deriyên sinor girtine û ew jî bûye perçeyek ji van êrîşan. Milîtanên çekdar ji Keşmîrê tên êrîşî gelê me dikin. Lê belê heya niha hikumeta Başûr di hevokên şermezarkirinê jî neweşandiye. Ji bîr nekin ku ketina Qamişlo, ketina Hewlêre, ketina Amedê ye. ji ber vê çendê banga me ji hemû gelê Kurd re eve; Xwedî li Rojava derbikevîn.”

Piştî Kobanî Hevseroka YEK-KOM’ê Yuksel Koç axivî û da diyarkirin ku Rojava ji bo wan xeta sor e. Koç destnîşan kir ku, “Eger bedelê wê mirin jî be dê gelê me Rojavayê biparêze. Pêwîste her kes vê baş bizane. Di serî de jî hikumeta AKP’ê. Serokwezîrê Tirk çeteyên El Qaîdeyê ber dide ser gelê Kurd. Eger hewil didin encam bigirin xwe dixapînin. Êdî tu hêz Kurdan narawestîne. Van lîstokan berde, samîmî be. Eger ku li Bakûr samîmî bî vê li Rojava bide diyarkirin.” Piştî axaftinan di mitîngê de dijî Tirkiye û El Qaîdeyê slogan hatin avêtin û bidawî bû.

LI HAMBURGÊ MEŞA GIRSEYÎ

Meşa piştgiriya Rojava ya li Hamburgê li navenda gara trenê destpê kir. Li gel Kurdên çar parçeyên Kurdistanê, meşa ku rêxistinên çep û demokrat ên Tirkiyeyê jî piştgirî dayê, nêzî 2 hezar kes tevlî bûn. Di meşa ku komkujiyên li Rojava û êrîşên ser Kurdan hatin protesto kirin bê navber sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Şehîd namirin” qîriyan.

Di meşê de posterên şoreşgerên di tekoşîna azadiya Kurdistanê û li Rojava jiyana xwe ji dest dayîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Meş li ser cadeya Monckeberg herî qerebalix ya Hamburgê pêkhat, balkêş bû ku meş rastî provokasyonên faşîstên Tirk hat. Meşa ku bicoş destpêkir û di bin ewlekariyek berfireh ya polîsan de pêkhat li Gansemarktê bi mitîngekê bidawî bû. Di axaftinên mitîngê de banga piştgiriya gelê Rojava hate kirin.

LI HANNOVERÊ NÊZÎ HEZAR KES MEŞIYAN

Kurdistanî û dostên wan ên li Hannover, Salzgitter, Hildesheim û Peineyê jiyan dikin, di demjimêrên piştî nîvro de ji bo piştgiriya gelê Rojava li qada Steintor ya Hannoverê hatin gel hev. Meşa ku PYD’ê organîze kir, komeleya Kurdan ya Hannoverê piştgirî dayê. Meşa ku nêzî hezar kes tevlîbûyî de, piştî ji gara trenê derbazbûn, dubare li qada Steintorê bidawî bû. Girseya ku daxwaza kir demek ji demekê zûtir êrîşên li ser Rojava bidawî bibin, bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG” qîriyan. Di mitînga ku peyamên piştgiriya gelê Rojava hatin dayîn, hunermendên herêmî derketin ser dikê û mitîng bidawî bû.

LI BREMENÊ MITÎNG

Kurdistanî û dostên wan ên li Bremenê jiyan dikin, ji bo piştgiriya bi gelê Rojava re di demjimêrên şevê de li gara trenê ya Hautpbahnhofê kombûn. Di mitînga ku nêzî 300 kes tevlîbûn de peyamên “Em dê gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bitenê nehêlin” dan û daxwazkirin ku demek ji demekê zûtir bila dawî li êrîşên li ser Kurdan were. Di mitîngê de bênavber sloganên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG” qîriyan û piştî axaftinan mitîng bidawî bû. Disan jî dê 10’ê Tebaxê roja Şemiyê di demjimêr 12:00’an de li Bremenê Kurd dê li ber Hautpbahnhofê kom bibin û meşekê pêkbînin.

KURD DÊ LI BER WEZARETA DERVE KOM BIBIN

Çalakiya nobetê ya beriya heftiyekî ji bo protesto kirina êrîşên li ser gelê Rojava li Qada Brandenburger Torê destpêkir jî bidaxuyaniyek ya çapemeniyê bidawî bû. Îro jî di demjimêr 13:00’an de rêxistina PYD’ê ya Berlînê dê li Komeleya Mala Kurdan ji bo endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind ya Kurd Îsa Huso ê di encama teqînekî bombeyî ya li Qamişlo de jiyana xwe jidest dabû merasimek ya bîranînê were li darxistin. Weke din jî dê roja Duşemê di demjimêr 14’an de Kurdistanî û dostên wan dê li ber Wezareta Derve mitîngekê li darbixin. Dê di mitîngê de ji hikumeta Alman re banga li hemberî komkujiya li Rojavayê Kurdistanê tê kirin “bêdeng nemîne” bê kirin.