Kurdên Almanyayê ji bo Rojava li ser piyan e!

Kurdên Almanyayê ji bo Rojava li ser piyan e!

Kurdên li Almanyayê dijîn ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava û êrîşên li ser gelê kurd şermezar bike li gelek bajaran çalakiyan pêk tînin. Kurdên li eyalate NRW dijîn, roja şemiyê li Bonê dê meşekê pêk bînin û roja yekşemê jî li Berlînê dê li ber Wezareta Karê Derve mîtîngên protestoyî pêk bînin.

Çalakiyên dê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) ve tên organîzekirin de, dê di serî de bang li hikûmeta Alman û Yekitiya Ewropayê bikin û sibê li gelek bajaran dê meşê pêk bînin. Bername wiha ye:

EYALETA NRW: Li eyaleta Bakur ya Almanyayê Ren Westfalya kurd sibê ji bo Rojava tên cem hev. Meşa saet di 17.00’an de ji ber Frankenbad dê dest pê bike. Ji Koln, Dortmund, Dusseldorf, Duîsburg, Bochum, Essen û Hagenê kurd tevli bibin.

HANNOVER: Kurdên li Hannover, Salzgitter, Hildesheim û Peine dijîn û dostên wan sibê li qada Steîntor saet di 13.30’an de dê mîtîngekê pêk bînin.

HAMBURG: Ji bo piştevaniya Rojava li Hamburgê sibê saet di 17.00’an de dê kurd û dostên kurdan bên cem hev.

BREMEN: Ji bo piştevaniya Rojva li Bremenê kurd û dostên wan dê sibê saet di 14.00’an de li gara trenê ya Hautpbahnhof bên cem hev.

BERLÎN: Li Berlîsê j îli ber Wezareta Karê Derve saet di 14.00’an de dê gel bê cem hev. Mîtînga roja  duşê dê saet di 14.00’an de dest pê bike, ji bo tevlibûnê bang hat kirin.

Roja yekşemê saet di 13.00’an de rêxistina Berlîn a PYD’ê li Komeleya Kurdan ji bo Îsa Huso dê bernameyek pêk bînin.