Kurd li dijî şerê mezhebî ne-Selahattîn Erdem
Tirkiye bi şandina leşkeran û bi cihkirina li nêzîkî Mûsilê herêma Beşîka, nakokiya navbera mezheban kûr kir û şerê mezhebî jî aşkera kir.
Tirkiye bi şandina leşkeran û bi cihkirina li nêzîkî Mûsilê herêma Beşîka, nakokiya navbera mezheban kûr kir û şerê mezhebî jî aşkera kir.
Tirkiye û Îran, dixwazin şerê li Rojhilata Navîn li ser bingeheke mezhebî pêş bixin. Li hemberî bloka sûnî Tirkiye, Erebîstana Siudî û Qatarê, Îran, Iraq û Suriye jî eniya Şîa avakirin e. Bloka sûnî dixwaze PDK'ê bikişîne aliyê xwe. Lê di heman demê de, bi DAIŞ'ê re têkildar e. Li hemberî vê jî, Rûsya destekê dide Bloka Şîa. Ji sedema ku hêzên hegemonîk in, Amerîka û Ewropa bi her du aliyan re têkildar in.
Di vê rewşê de, hêza ku li dijî faşîzma herêmî şer dike, hêza şoresgeriya demokratîk a Kurd in û ji rewşa heyî jî ne razî ne. Kurd li hemberî şerê mezhebî û parçebûna blokan, xeta sêyemîn, Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn esas digire.
Tirkiye bi şandina leşkeran û bi cihkirina li nêzîkî Mûsilê herêma Beşîka, nakokiya navbera mezheban kûr kir û şerê mezhebî jî aşkera kir. Vekiriye ku, Tirkiye, piştî li Suriye û şerê bi Rûsya re, hemleya bi cihkirina leşkeran li Mûsilê da destpêkirin. Desthilatdariya AKP'ê bi awayekî provokatîfî balafira Rûsya da erdê. Piştre kiryarên Rûsya li dijî Tirkiyê ketin rojevê û hêza xwe ya li Derya Spî jî zêde kir.
Li ser vê yekê, Elmanya û Îngilîstanê jî, li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi şerekî aktîf kirin û leşker şandin Derya Spî û Rojhilata Navîn. Bi vî rengî Rojhilatê Derya Spî, Tirkiye û Sûriye bûne depoyên çekan. Îcar, ev depo wê kengî biteqê ne diyar e.
Piştî ku Rûsya, bi hemleya xwe, eniya Şîa li dijî Tirkiyê bi hêz kir, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar hatin cem hev û Tirkiye hêza xwe ya li nêzîkî Musilê zêde kir. Ev hemleya dawî ya eniya sûnî bû. Li hemberî vê, Bloka Şîa jî dijberiyek dijwar nîşan da û Mesûd Barzanî çû Enqerê, Serokê MÎT'ê û Musteşarê Wezareta Karên Derve çûne Baxdayê, lê pirsgirêk nehate çareserkirin.
Iraqê, muxtire yanî Notayek dîplomatik daye Tirkiyê û mîna ku ew ê li leşkerên Tirk bide, dijberiyek dijwar nîşan da. Lê Serokwezîrê Iraqê Abadî, rêya serlêdana Konseya Neteweyên Yekbûyî û gilîkirina Tirkiyê bijart.
Şerê li Sûriyeyê û rageşiya hêzên leşkerî wê bibe bingeha şerekî giştî yan na, nayê zanîn. Lê, herêm her roj bêhtirîn dibe depoya çekan. Çekên li herêmê têne bi cih kirin, êdî paş de nayên vegerandin. Ev jî gumanên ku di demên pêş de wê li herêmê şerekî dijwartir destpê bike zêde dike. Ev lîstik û rojevên siyasî ku her roj têne guhertin, dibine sedema ku gelên li herêmê bikevin bin metirsiyek gelekî mezin de. Ev rewş ji bo mirovahiyê jî metirsiyek mezin e.
Berî niha, şerê navbera hêzên sermayeya global û statukoparêzin netewe-dewletan, xapandin û guhertina rojevê bû. Şerê ku wek şerê sêyemîn ê cîhanê derkete holê, bi armanca fetisandina têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê bû. Piştî ku di Hezîrana 2014'an de DAIŞ derkete holê û li Iraq û Sûriyeyê hamleyek faşîzan da destpêkirin, li hemberî vê jî Kurdan, eniya demokrasî û antî faşîst ava kir û têkoşîn bi hêz kirin. Helwesta ku bi pêşengiya Kurdan derkete holê ew xapandin, heta bi cihekî ji holê rakir. Şerê li Rojhilata Navîn, wek şerê demokrasî û faşîzmê, li ser bingehek rasteqîn derkete holê.
Li hemberî vê rewşê, di Tîrmeha 2015'an de, desthilatdariya AKP'ê, mudaxeleyek ciddî da destpêkirin. Desthilatdariya AKP'ê, bi hinek tawîzên ku dane Amerîka û li ser bingeha derewên "şerê li dijî DAIŞ'ê", koalîsyona ku di çarçoveya berxwedana Kobanê de derkete holê û li dijî DAIŞ'ê şer kir, lewaz kir. Ji bo demeke kin be jî, ji ber rehaweta têkoşîna Kurdan, valahiyek derket holê û AKP'ê ji vê valahiyê sûd wergirt. Piştî wê, mudaxeleye Rûsya destpê kir û pêvajoya tevlîhev giha qonaxa îro.
Divê em hinek xalan zelal bikin û bêjin. Yek, di rastiyê de li holê şerekî Rûsya û Tirkiyeyê nîne. Hewldanek xapandinê heye. Pirsgirêka îro ya Rojhilata Navîn jî, ne nakokiya Sûnî û Şîa ne. Ev jî hewldana xapandinê ye. Aliyekî vî şerî di navbera Sermayeya global û netewe-dewletên statukoparêz de be jî, ya esas ne ev e.
Rastiya şerê Rojhilata Navîn, di navbera faşîzma netewe-dewletan û yekîtiya gelan a demokratîk de ye. Faşîzma netewe-dewletan, li herêmê ji aliyê du hêzan ve li ser lingan dimîne. Dewleta Tirkiyê û Îran e. Dema em li rewşê dinêrin, her du hêzên dewletî, Tirkiye û Îran, di xeta pêş a xapandin û guhertina rastiyan de cih digirin û roleke sereke dilîzin. Lewra paşverûtiya li herêmê, ev her du hêz li ser piyan dihêlin û her du dewlet, hebûna Kurdan înkar dikin û dixwazin tine bikin. Bi vî rengî dixwazin sîstema xwe ya faşîzan biparêzin.
Lewra, Têkoşîna Azadiya Kurd, li dijî her cûre xapandin û guhertina rastiya ne. Tevgera Azadiyê ya Kurd, pêşxistina şerê di navbera dewletan, şerê di navbera mezheban û şerê navxweyî jî red dike. Ji bilî vê, faşîzmê û hêzên paşverû ku li pey statûkoya berê ya li hemberî azadiya gelan in, biratî û wekheviyê diparêze û ji bo vê jî têkoşîna demokrasî diparêze, têkoşîna wê jî dike. Sekna PKK'ê û têkoşîna wê jî ev e.
Rêveberiya PDK'ê jî piştî serdana Tirkiyeyê diyar kir ku ew nabin alîgirên şerê mezhebî.
Bêguman ev daxuyaniya PDK'ê girîng e. Pêwîste vekirîtir û zelaltir helwesta xwe deynê holê. Ji ber ku Bloka Sûnî dixwaze PDK'ê bikişîne aliyê xwe. Rêveberiya PDK'ê mecbûre li hemberî rewşeke wiha bi hişyarî tevbigere, daxwazên wiha qebûl neke û bi zimanekî vekirî red bike. Ji ber ku Kurd, di şerê navbera dewlet û mezheban de tiştekî bi fêde bi dest naxe. Wajî vê, wê gelek tiştan winda bike. Divê li dijî faşîzmê, di eniya demokratîk de cihê xwe bigire û bi têkoşîna xwe serketin û destketiyên mezin derbixe holê.
Di rewşek wiha de, divê Rêveberiya PDK'ê, destekê nede hemleya ku AKP'ê li Mûsilê pêş xistiye. Hewldanên AKP'ê qirêj in, veşartî ne û bi armancên cuda dike pratîkê. Rêveberiya PDK'ê dibêje leşkerên Tirk, leşkerên ereb perwerde dike, Serokkomarê Tirkiyê û AKP bi israr dibêjin, leşkerên wan pêşmergeyan perwerde dikin. Di rastiyê de di bin navê perwerdeyê de têkiliyên veşartî û qirêj ên di navbera DAIŞ û hikûmeta AKP'ê de têne veşartin, lewma PDK lazim e vê derewê derbixe holê.
Bi cihkirina leşkerên Tirk li derdora Mûsilê û ev leşker wê çi bikin, têkildarî planekî veşartî ye. Ji ber ku daxuyanî hev nagirin. Ji bilî leşkerên li Beşîka bi cih bûne, hejmarek zêde leşkerên Tirk li herêma Mûsilê bi cih bûne. Hêzên Tirk, leşkerên Sûnî perwerde dike. Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar di nava hevkariyê de ne û li Bakurê Baxdayê, di xaka Iraqê de, propagendeyek aktîf dimeşînin, perwerde û rêxistiniyê dikin. Ji berdêla çeteyên DAIŞ'ê, ji bo hêzeke sûnî rêxistinî bikin û perwerde bikin, kar dikin.
Xuya dike ku, piştî Amerîka çeteyên DAIŞ'ê berteref kir, ev hêz dixwazin li hêzeke nû ya Sûnî, li Iraqê amade bikin û xaka di destên çeteyên DAIŞ'ê de radestî wê hêzê bikin. Ji xwe tê gotin ku, DAIŞ wê ji Iraqê bişînin Yemenê. Ev gotin û armanca bloka Sûnî hev temam dike. Bi hewldanek nerm dixwazin Bakurê Bexdayê teslîmî rêxistina Sûnî bikin. Dibê ku hêzên ji aliyê Amerîka û NATO ve were erê kirin derbixin holê. Bi vî rengî li hemberî eniya Şîa, eniyek Sûnî li bakur derbixin holê û bidin qebûlkirin.
Ev hewldan, belkî di destpêkê de weke planekî çareseriyê xuya bike, lê ji berdêla çareseriyê, wê pirsgirêkên girantir derbixe holê. Ji ber ku ev rewş nakokî û pirsgirêkên navbera mezheban ji holê ranake, wê bêhtirîn kûr bike. Li aliyê din dewlet demokratîk nabin, bêhirtîn wê şovenîst bibin û faşîzma netewe dewletan dijwar bike. Bi kurtayî, jiyana hevreyî û wekhevî, demokrasiya gelan dernaxe holê, berevajî wê rewşeke parçekirî, bi nakok derbixe holê.
Bi vê mebestê, divê Kurd û gelên li herêmê teva, li dijî kurkirina blokên mezhebî, li her derê yekîtiya demokratîk ava bikin û têkoşînê bikin. Ev jî, bi hişmendiya zîhniyeta demokratîkbûnê, di nava xwe de jî xweseriya demokratîk û pêkanîna konfederalîzma demokratîk dikere pêk were. Ji bo vê jî, di pêşketina têkoşîna demokrasiya li çar parçeyên Kurdistanê de, li ser tevahiya gelan li derdora yekîtiya demokratik a xweser de hatina li gel hev ferz dike û tekane çareseriya rast jî; Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk e.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka