'Kurd ji ber daxwaza ziman û nasnameya xwe rastî zilmê tên'

'Kurd ji ber daxwaza ziman û nasnameya xwe rastî zilmê tên'

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku gelê kurd ji ber daxwaza azadiya ziman û nasnameya xwe dikin rastî kuştin û zilmê tên. Kişanak, anî ziman ku dema mirov berê xwe dide gundên hatin şewitandin û valakirin çi jîne baş tê dîtin.

Li Agiriyê di çarçoveya gera Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak a herêma Serhedê mitîng hate lidarxistin. Kişanak û heyeta pê re li gundê Dambatê yê Agiriyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Kişanak bi konvoyeke qelebalix hate Qada Dortyolê ya navenda Agiriyê. Li qadê sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel lil vir e" hatin berzkirin. Serokê Rêxstina BDP'ê yê Agiriyê Kasim Polat di mitîngê de axivî û bal kişand ser operasyonên siyasî yên ji sala 2009'an ve tên meşandin. Polat, diyar kir ku ev operasyon bi armanca kurdan bitepisînin pêktên. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî di axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî piroz kir. Aksoy, bertek nîşanî dorpêçkirina polîsan da û wiha got: "Gelê kurd diwarên tirsê hilweşandin. Di rojeva kurdan de 'an azadî an azadî' heye. Azadiya kurdan bi azadiya Ocalan re derbas dibe."

'KURD MAFÊN XWE DIXWAZIN'

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de ji bo hebûna xwe nîşan bidin gelek caran serhildan kirin. Kişanak, anî ziman ku lê ev serhildan weke serhildanên Agirî û Zîlan bi komkujiyan têk çûn. Kişanak, da zanîn ku gelê kurd ji ber daxwaza ziman û nasnameya xwe dike rastî mirin û zilmê tê. Kişanak, bilêv kir ku dema mirov berê xwe dide dîroka kurdan û şewitandina gundan çi jîn baş dibîne. Kişanak, destnîşan kir ku gelê kurd mafên xwe yên gerdunî dixwazin. Kişanak, bal kişand ser girtinên KCK'ê û astengiya parastina zimanê zikmakî.

'ŞAREDARÎ XIZMETA GEL NAKE'

Kişanak, da zanîn ku Şaredariya Agiriyê ji gel re xizmetê nake û AKP'ê şaredarî veguherandiya qada rantê. Kişanak, xwest ku Serokwezîr bê berê xwe bide şaredarên BDP'î ka çawa xizmetê dikin.