Piştî di 15’ê gulanê de, Tîma Kurdistanê ya fûtbol a Herêma Kurdistana, di yekemîn lîstoka xwe ya kûpaya Filistînê ya Navneteweyî de li hemberî Morîtanyayê 3 bi 1 bi ser ket, vê carê jî li hemberê Endonezyayê leyîst û yek bi yek derbas bû. Bi vî awayî Tîma Kurdistanê derbasî pileya yekemîntiyê bû.
Leyîstoka fûtbolê ya di navbera Herêma Kurdistan û Endonezyayê de li stadyûma Şehîd Husên a bajarê Remallahê pêk hat. Di encamê de, lîstokvanê Kurd Amanc Ebdula golek avêt û bi vî awayî lîstok yek bi yek derbas bû.
Di 15’ê gulanê de jî Tîma Kurdistanê ya fûtbol a Herêma Kurdistana, di yekemîn lîstoka xwe ya kûpaya Filistînê ya Navneteweyî de li hemberî Morîtanyayê 3 bi 1 bi ser ketibû.
Yekitiya Fûtbolê ya Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Yekitiya Fûtbolê ya Filistînê beşdarî kûpaya Filistînê ya Navneteweyî bibû.
Herêma Kurdistanê dê di Kûpaya VIVA ya ku di 6’ê cotmeha 2012’ê de dest pê dike de, li hemberî Qibrisa Bakûr (Qibrisa Tirkan) bileyîze. Kûpaya VIVA ji aliyê neteweyên ku otomon in û serxwebûna wan bi fermî nehatine naskirin beşdar dibin û ji aliyê NY’yê ve tê amadekirin.