Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan

Komîteya Wezîran a Ewropayê xwest ku Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 29'ê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de binpêkirina mafan a dewleta Tirk anî rojeva xwe. Di rûniştina 1'ê Kanûnê de di nav wan binpêkirinan de ya ji ber bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) rewşa  li Imraliyê jî hate rojevê.

Komîteya Wezîran a KE'yê xwest ku Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk li gorî biryara DMME'yê biryarê bide.

Benan Molû, parêzera Demîrtaş got, ''Komîteya Wezîran derheqê Selahattîn Demîrtaş biryar stand, plana çalakiyê ya Hikûmetê nirxand, xwest ku Demîrtaş demildest were berdan, Destûra Bingehîn a Tirk zûka li gorî DMMEyê biryaran bi cih bîne.''

Molu bi berdewamî got, ''Komîteyê her wiha xwest ku di biryara Demîrtaş de ji bo serxwebûna Desteya Dozger û Dadgeran (DDD) û darazê bi cih were yasa bêne guhartin, xasma ji bo pirrengî û azadiya derbirxînê ya muxalîfên hilbijartî were xurtkirin, li dijî girtinên kêfî yên bi navê TCK 314'an tevdîr bêne standin.''