Konsera Ferhat Tûnç ya ji bo mexdûrên erdhejê yên Wanê yên li Şaxa Hêjmar 2 ya Îzmîrê ku ji aliyê Egitim-Sen’ê ve hatî duristkirin, di kêliya dawî de Şaredariya Îzmîrê bi hinceta ‘pêkûtiyên siyasî’ cihê konserê diyar nekir, ji ber wê konser hate betalkirin.
Egitim-Senê bi armanca alîkariyê bide mexdûrên erdheja Wanê yên li Şaxa Hêjmar 2 ku ragihandibû konsera Ferhat Tûnç dê di 20’ê gulana 2012’an were dayîn, hate betalkirin. Şaredariya Îzmîrê Fûara Şanoya Vekirî bi awayek bê pere durist kiribû. Lê belê rêveberên Şaxa Hêjmara 2 ya Egitim-Senê hevdîtina ku bi rayedarên Şaredariya Îzmîrê re pêkanî de, hat hînbûn ku bi hincetên ‘pêkûtiyên siyasî’ cihê konserê hatiye amadekirin.
Ji ber vê sedemê konsera Ferhat Tûnç ku sibe di demjimêr 20.00’an de li Fûara Şanoya Vekirî pêkhatiba hate betalkirin.