Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar dixe. Ji her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreyê de axivîn.
Ji ewil Îbrahîm Akin axivî û da zanîn ku kongreya wan piştî derbaskirina gelek astengiyên mezin hatiye lidarxistin. Akin, beşdarên kongreyê silav kir û diyar kir ku Partiya Çepên Kesk peywireke dîrokî li xwe girtiye û berpirsyartiya xwe bi cih aniye.
Akin wiha domand: “Her ku em dibêjin edalet û wekhevî, ew pergala xwe ya yekperest li me ferz dikin. Şerên heyî, êdî bûye şerê sêyemîn ê parvekirinê. Di van şeran de gelek kes tên qetilkirin. Şer çareserî nînin, qetilkirina jin û zarokan e. Em li gel gelê Filistînê ne. Lê belê mimkin nîne ku em komkujiyên Hamasê yên li hemberî jin û sivîlan jî biparêzin. Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo sekinandina şer bi rola xwe rabe.
Em di vê kongreya xwe de dibêjin ‘ji bo azadiyê.’ Azadiya ji bo ciwanan, ji bo jinan, ji bo kurdan, ji bo elewiyan û ji bo hemû gelan wisa bi hêsanî nayê bidestxistin. Divê em ji bo azadiyê bên ba hev û di hemû qadên civakî de bi hev re têbikoşin. Armanca vê kongreyê ev e. Em ê xwe, partiya xwe û gelê xwe birêxistin bikin.”
Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, kongre silav kir û got ku meşa wan didome. Uçar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev desthilatdariya ku yekperestiya sedsalî girantir dike, têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelê kurd li pêşiya xwe weke astengiyeke mezin dibîne, baş dizane ku ji ber vê yekê êrîşên xwe didomîne. Em jî hem li zindanan hem jî li derve, li kolanan tevî hevalên xwe li ber xwe didin. Jin, li kolan û eywanên dadgehan ên vî welatî li ber xwe didin. Desthilatdarî li ku derê êrîş bike, me li wê derê qadeke berxwedanê ava kir, mezin kir û veguherand berxwedaneke hevpar. Serkeftina me ya herî mezin, têkoşîna me ya hevpar e.
Hevalên hêja, li milekî jî divê em axaftina xwe ya spasiya ji bo we bikin. Ez spasiya hemû hevrêyên xwe yên heta îro jî piştgirî dane vê têkoşînê, hemû hevrêyên xwe yên di Partiya Çepên Kesk û HDP’ê de cih girtin û hevrêyên xwe yên têkoşînê dikim. Hem di vê partiyê de hem jî di têkoşînê de kesên xwedî para herî mezin, gelê me ye. Rêya me tevan vekirî be û serkeftinê ji bo hevserokên nû dixwazim. Em bi hev re ne û dê bi hev re bi ser kevin.”
Piştî axaftinan, sînevîzyoneke ku dîroka tevgera siyasî ya demokratîk a kurd û têkoşîna wan a hevpar a bi tevgerên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê re hate pêşandan.