Kongreya KNK’ê: Em ê li dijî êrîşan Kurdistanê biparêzin

Di axaftinên di kongreya KNK’ê hatin kirin de, banga bilindkirina têkoşîna hevpar a li dijî tercîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hat kirin.

Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlêbûna bi sedan delege û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, dest pê kir.

Hevserokên KNK’ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs axaftinên vekirinê yên kongreyê kirin û diyar kirin ku berteka navneteweyî li dijî dagirkeran heye.

Kongreya Neteteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku 26’ê Gulana 1999’an li Ewropayê kongreya xwe ya avakirinê li dar xist, ji bo lidarxistina kongreya xwe ya 21’emîn hat ba hev. Ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlêbûn ji kongreyê re çêbû û ji xeynî delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û çavdêrvan tev lî bû.

Di kongreyê de gotinên “Jin jiyan azadî”, “Em li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, rawestin” û “Parastina Rojava, erkê neteweyî ye” derketin pêş.

LI DIJÎ ÊRÎŞAN TÊKOŞÎNA HEVPAR

Li ser navê Komîteya Amadekar Zubeyîr Aydar axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Aydar diyar kir ku ew di pêvajoyek girîng de kom bûne û qala girîngiya kongreyê kir. Piştre dest bi hilbijartina dîwanê hat kirin.

Serokê Dîwanê Adem Ûzûn diyar kir ku Kurd di pêvajoyek girîng re derbas dibin û got: “Em weke Kurd li dijî êrîşên qirkirinê, têkoşîna hevpar bidin.”

‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR BIDIN’

Kongre wê heta roja Duşemê dewam bike. Piştî hilbijartina dîwanan hevserok Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs yek bi yek axivîn.

Zeyneb qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Di serî de tecrîd, divê em li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, têkoşîna hevpar bidin.”

Ahmet Karamûs jî qala geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û wiha got: “Pirgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsigirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd, neyê çareserkirin, aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Sedemê mezin ê van pirsgirêkan dewleta Tirk e. Beşek mezin ê xaka Kurdistanê dagir kirine.”

Kongre bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî, dewam dike…