Kongreya HDP'ê: Her der Efrîn e, her der berxwedan e

Kongreya HDP'ê bi dirûşma "Bi hêvî, bi wêrekî, bi biryardarî" dest pê kir. Li salona kongreyê dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" tê qîrîn.

Kongreya 3. a Asayî ya HDP'ê li Enqereyê bi coşeke mezin pêk tê.

Salon bi temamî tijî bûye û bi hezaran kes li derveyî salonê kongreyê dişopînin. Polîsên Tirk bi hinceta dirûşma "Bijî Serok Apo" gef xwar ku eger "dirûşmên ne qanûnî werin qîrîn" wê dest li kongreyê werdin. Girseya gel a li pêşiya salonê jî dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qîriya.

Polîsên Tirk her wiha nehiştin ku ti ji nûçegihanan komputerên xwe bixin salonê.

Jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî ji bajarên bi hezaran kîlometreyî dûr hatine, dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" diîrin.

Çend ji mêvanên kongreyê ev in: Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê Gîacomo Fîlîbeck, Sekrreterê Gİştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûrent, Endama Dîe Lînke ya Parlamenta Ewropayê Martîna Mîchels, endama Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê û endama Rêvebeiya Neteweyî ya Fîlîstînê Leyla Xalid, ji Parlamenta Iraqê parlamenterên YNK'î Mele Kadir, Îdrîs Sadiq, Kawa Nadir, Mûhsîn Osman, Alîkarên Serokê Giştî yê Hizbî Şûî ya KUrdistanê Ûmûd Mûhammed Salih, Nebes Mûstafa Abdullah, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Hizbî Zehmetkêşan Goran Celal, endama Polîtburo ya Partiya Komunîst a Lubnanê Yana Rîm El Sîmrany, endamê Parlamenta BASK'ê Ûnaî Ûrrûzûn, endamê BASK Sortû Îgor Zûlaîka, nûnerên SRÎZA, AKEL a Kibrisê, Partiya Komunîst a Portekîzê, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Karker a Norwêcê, Partiya Çep a Fransayê, Federasyona Şoreşger a Ermenî, Partiya Komunîst a Lubnanê, partiyên siyasî yên BASK'ê, YNK, Partiya Karker a Îrlandayê, Partiya Çep a Elmanyayê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê.