2’wemîn kongreya awerte BDP’ê posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo cara yekemîn hate vekirin, bi dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re dest pê kir.
2’wemîn Kongreya Awerte ya BDP’ê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqereyê dest pê kir. Bi hezaran kes li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn Enqereyê û derve û hundirê salonê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Posterek mezin ê Ocalan ku li ser “Ji Ocalan re Azadî/Ocalana Ozgurluk” nivîsandiye hate vekirin. Ev cara yekem e ku di kongreyek a BDP’ê de posterek wiha ê Ocalan tê daliqandin.
Li pişt dika kongreyê jî pankartek mezin ku li ser “Direnerek özgürlüðe yürüyoruz / Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşîn” nivîsandiye, heye. Li gel dirûşimên “Rêbertî Jiyan e, em dest ji jiyanê bernadin”, “Qirkirina jinê qirkirina civakê ye”, “Bila dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên”, “Xweseriya Demokratîk statuya me ye, hûn nikarin red bikin”, “Ji tecrîd û îşkenceya di girtîgehan de êdî bes e”, “Em têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û xweseriya demokratîk bi azadiyê tacîdar bikin.”, “Kurdistana Xweser, Tirkieya Demokratîk, “Jin jiyan, Azadî”, “Qasidê Aşitiyê li Îmraliyê ye,” wêneyên siyasetmedarên Kurd Husnu Albay û Cîhan Deniz, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Îbrahîm Kaypakkaya, Sema Yuce, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û zarokên Kurd ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatine daliqandin.
Piştî ku kesek xwest li salonê posterê Ocalan vekir, ji platform dengê “Ji bo hevalê me yê ku dixwaze posterê birêz Ocalan veke, jixwe posterek mezin ê Birêz Ocalan heye” hat. Ji ber vê jî bi hezaran kes li ser piyan li çepikan xistin û gotin “Bijî Serok Apo.”
Ji her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û derveyê welat nunerên gelek partiyên siyasî, wekîlên BDP’ê xwîşk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Hewa Ocalan, nunerên sendîka û rêxistinên sivîl, beşdar bûn.
SÎNEVÎZYONA ROBOSKÎ Û QIRKIRINA SIYASÎ GIRIYAND
Mêvan û parlementer bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî avakirina dîwanê, deqeyek ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, ji salonê dirûşimên “Qatil Erdogan” ji salonê bilind bû. Piştî axaftina dîwanê, sînevîzyona Roboskî û operasyonên qirkirina siyasî hatin nîşandan.
Di dema nîşandana sînevîzyonê de tevî Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, gelek kes hesir barandin û giriyan.