KONGRA GEL hilbijartina li Bakurê Sûriyeyê pîroz kir

KONGRA GEL diyar kir ku vîna li Bakurê Sûriyeyê bi rêya hilbijartinê derketiye holê wê bibe hîmê bingehîn ê çareseriyê.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, li ser hilbijartina li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêkhatina hilbijartinê pîroz kir.

KONGRA GEL ev peyam da:

"Em pîroz dikin ku hilbijartina meclîsên kanton, navçe û bajarokan ên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku qonaxa duyemîn a hilbijartinan e di nava şert û mercên demokratîk de bi beşdariyeke xurt û serketî pêk hatiye. Encama hilbijartinê li gelên federasyonê pîroz be. Em hemû endamên meclîsan ên hatine hilbijartin pîroz dikin û hêvîdar in ku wê di karê xwe de serketî bin.

Hilbijartin di demeke welê de pêk hat ku bi perspektîfa neteweya demokratîk û bi pêşengiya jinan sîstema konfederal a demokratîk a hemû gel û baweriyan tê avakirin. Meclîsên kanton, navçe û bajarokan ên hatin hilbijartin, wê weke vîna hevpar a gelan bibin hîmê bingehîn ê çareseriya pirsgirêkên civakî.

Sîstema civaka demokratîk a xwe dispêre meclîsên gel û komunan, bingeha civaka exlaqî û polîtîk e. Ji ber vê yekê, encama ji hilbijartinê derkeve wê ji bo pirsgirêkên giran ên li herêmê, bi taybetî yên li Sûriyeyê bibe rê û rêbaza çareseriyê.

Li ser vê bingehê, em hemû wezîfedarên ku hiştin hilbijartin bi rengekî ewle pêk werin pîroz dikin û gelên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku bi dayina dengê xwe vîna xwe ya demokratîk nîşan dan, bi rêzdarî silav dikin."