Kon hincet e, armanc şikandina berxwedanê ye
Kon hincet e, armanc şikandina berxwedanê ye
Kon hincet e, armanc şikandina berxwedanê ye
Gundê Miseynterê ku ev demek dirêje nobeta berxwedanê lê tê girtin, îro jî bi dorpêça leşkeran dest bi rojê kir. Leşkeran duh gund dorpêç kirin û hinek kon rakirin. Îro jî ji bo yên din rakin zext li gel kirin ku konan rakin. Hat gotin ku leşker ji bo berxwedanê bişikînin konan dikin hincet.
Gelê ku ev demek dirêj e bi armanca piştevaniya ji bo Kobanê li gundê Miseynter a navçeya Pirsûsa Rihayê nobet digirt, îro bi dorpêça leşkeran dest bi rojê kir. Leşkeran ji duh de ji bo konan rakin zext li welatiyan kir û îro jî di saetên sibê de bi wesayîtên zirxî hatin gund û gotin: “Talîmat heye. Bila kon bên rakirin. Kobaniyên li vir bila biçin konbajarê li Pirsûsê.’ Û heta saet di 16.00’an dem dan. Leşkeran ji bo ku berxwedana nobetê bi dawî bikin kon kirin hincet û demek dirêj li gund sekinin. Di nava de gelek leşkerên bi rutbe jî hebûn, gotin ku divê konên din jî bên rakirin. Leşkeran diyar kirin ku eger kon neyên rakirin wê mudaxale bikin û wê konan jî rakin. Leşker bi çalakgeran re axivîn û gotin ji bo valakirina gund talîmat girtin. Leşker demekê li gund man û piştre ji gund veqetiyan. Duh gelek kon hatibûn rakirin û li ser hewldanên parlamenterên HDP’ê nobeta berxwedanê dîsa berdewam kir.
Li aliyê din balkêş bû ev du roj e, leşker di saeta çalakiya zincîra mirovahiyê de tên gund û dorpêç dikin.