Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di 99'emîn meha çalakiya ji bo 33 kesên li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Kolana Halîtaga ya Kadikoy a Stenbolê li hev kom bû.
Malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, kesên di komkujiyê de birîndar bûn, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Şoreşger, endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila dilê me ji bo edaletê lê bide" nivîsandî hat vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bilindkirin. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn", "Pirsûsê jibîr neke, nede jibîrkirin" û "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hatin berzkirin.
Hevserokê HDP'a Kadikoyê Koray Turkay ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû, di daxuyaniyê de axivî. Turkay destnîşan kir ku anî ziman ku dewletê der barê kiryarên Komkujiya Pirsûsê de îstixbarat wergirtibû, lê dîsa jî tiştek nekir û got ku ji ber ku hemû aliyên komkujiyê nehatine zelalkirin ev wan diêşîne. Turkay bilêv kir ku gotinên wan ên li hêwana dadgehê wekî "heqaretê" tên qebûlkirin û got ku der barê Malbatên Pirsûsê û parêzeran de lêpirsîn hatine vekirin. Turkay destnîşan kir ku di Komkujiya Pirsûsê de darizandineke adil nehatiye kirin û doza edaletê kir.
Turkay bilêv kir ku malbatên Prisûsê, birîndar û parêzerên wan 8 sal in ji bo edaletê tê dikoşin û got ku dê ev têkoşîn bidome. Turkay daxwazên Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê dubare kirin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.