Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê bi fîşekên hewayî 14’ê Tîrmehê pêşwazî kir
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê ji silavkirina salvegera 39’emîn a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê çalakiyek kir.
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê ji silavkirina salvegera 39’emîn a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê çalakiyek kir.
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 9’ê Tîrmehê de li Taxa Kuça ya Amedê milîsên me ji bo bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê meşeke bi fîşekên hewayî kir û daxuyaniyeke nivîskî da gel. Milîsên me bi sloganan çalakî bi dawî kirin.
Berxwedêrên zindanê yên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz û bi hezaran berxwedêrên rojiya mirinê agirê şoreşa yekgirtî gur dikin.
Em Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê silav dikin. Navê wan li cem dostan bawerî û li cem dijmin jî dibe tirs.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de girtiyên welatparêz li dijî tecrîd, zilm û zextan bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Em ê jî bi şoreşgeriya fedaî xwedî li helwesta wan a fedaî derkevin. Em ê çalakiyan faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.”