Komîsyona Parêzerên 10’ê Cotmehê: Divê hesabxwestineke civakî hebe

Komîsyona Parêzeran a Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqerê, ji bo rûniştina 9’ê Hezîranê bang kir, got: “Divê hesabxwestineke civakî hebe.”

Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê têkildarî danişîna doza komkujiyê ya di 9’ê Hezîranê de pêk were, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyonê, destnîşan kir ku tiştên sala 2015’an de qewimîn ji têkiliyên qirêj ên mafya, siyaset, burokrasî û medyayê ne serbixwe ne û ji bo danişîna ku wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin banga tevlîbûnê kir. 

Komîsyonê diyar kir ku di pêvajoya Doza Komkujiya Enqereyê de ji îdîayên ku serokê rêxistina sûc ê girêdayî dewletê Sedat Peker avêtin holê haydar bûn û wiha got: “Em 5 sal in dibêjin ku berpirsyarên rast tenê ne DAÎŞ’iyên ku niha tên darizandinin. Tiliya peywîrdarên cemaweriyê, siyasetvanan jî di nav de heye. Berpirsên komkujiyê diparêzin. Ji xwe 200 dosyayên dozê delîl in ku Komkujiya Enqereyê li ber çavan pêk hatiye, rê dane wan û nehatiye astengkirin.”

BANG

Komîsyonê di daxuyaniya xwe de xwest ku hesapdayineke civakî pêk were û ev bang kir: “Divê berpirsên komkujiyê bên derxistin. Heta ku hesapdayinek çênebe, wê ew kesên perçeyekî têkiliyên qirêj karê xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku herkes di 9’ê hezîranê de saet di 10:00'an de tevlî danişînê bibe û bi me re bibin şopdarên edaletê.”