Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê planeke dewleta Tirk a li Kerkûkê pûç kir

Di çarçoveya yekkirina eniya Sunî, Beesî, PDK'yê de dewleta Tirk hewl dide eniyekê ava bike. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de ji bo ku beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin, gelek kesayetiyên Beesî yên nêzîkî xwe rêxistin dike.

Di çarçoveya vê projeyê de dewleta Tirk wek serokê eniya Tirkmenan li Kerkûkê piştgiriya Orhan Ebdulrehman dike. Lê belê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê bi gaveke kêmdîtî biryar da ku hinek kesên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, bi tometa têkiliya li gel Beesiyan nehêle ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Yek ji wan berendamên ku bi tometa têkiliya li gel Beesiyan ji lîsteya berendaman hatiye dûrxistin Orhan Ebdulrehman e ku endamê Hizba Beesî yê berê bû û niha jî endamê MÎT'a Tirk e.

Ew gava Komîsyonê di demeke wisa de hat ku hefteya borî Serokkomarê Tirk Tayip Erdogan di çarçoveya rêxistinkirina planên xwe yên li Iraqê de Mehmûd Helbûsî, Xemîs Xencer, Eniya Tirkmenan, PDK, Komela Dadgerî û Yekgirtî ya Îslamî gazî Enqereyê kiribûn û hevdîtin bi wan re kiribûn.