Aşkere ku bû endamên Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê beriya rûniştina ji bo kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ya ku roja duşemê pêk hat, çûne Tirkiyeyê. Heyeta bi serokatiya alîkarê seroka Komîsyona Daxwaznameyê siyasetmedarê Yekitiya Xiristiyan û Demokrat (CDU) Gero Storjohann diyar kir ku wana qada mafê mirovan lêkolîn kiriye. Parlementerê Keskan û Endamê Komîsyonê Mehmet Kilinc banga “Dengê Kurdan bibihîsin” kir.
Komsîyona Meclîsa Federal a Almanyayê, roja 15’ê cotmehê guhdarî daxwazên Kurdan ên “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” kir. Biryar hate dayin ku ji bo nirxandina daxwazên Kurdan Meclîsa Federal rûniştinek veşartî pêk bîne û daxwazên Kurdan binirxîne.
Di hevdîtina 15’ê cotmehê de pêk hat, sekreterê dewleta Alman Dr. Christoph Bergner bersiv da daxwazên Kurdan. Lê nêrînên Dr. Bergner ên der barê PKK’ê de di malpera fermî ya Meclîsa Federal de weke nêrîna hukûmetê ya li hemberî PKK’ê hate diyarkirin. Di nûçeya bi sernûçeya “Qedexeya PKK’ê dê bidome” de hate diayrkirin ku Dr. Bergner weke nunerek hukûmetê tevlî rûniştinê bûye.
Di nûçeyê de Dr. Bergner cih da van gotinên Dr. Bergner; “PKK, ziyanê dide bi hev re jiyana Kurd û Tirkên li Almanyayê, her wiha ewlekariya herêmî dixe talûkeyê.” Her wiha di nûçeyê de bi berfirehî cih dane axaftinên Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç ên derbarê cûdakariyên li hemberî Kurdan de jî.
KOMÎSYON ÇÛYE ENQERE Û STENBOLÊ!
Agahiyek girîng a beriya rûniştina di 15’ê cotmehê de li Meclîsa Alman pêk hat, aşkere bû. Hate zanîn ku di navbera 8-12’yê cotmehê, delegasyonek Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Alman beriya hevdîtina ji bo 12 daxwazên Kurdan, çûye Enqere û Stenbolê û hin hevdîtin pêk aniye.
Hate diyarkirin ku heta bi serokatiya alîkarê seroka Komîsyona Daxwaznameyê siyasetmedarê Yekitiya Xiristiyan û Demokrat (CDU) Gero Storjohann ji van kesan pêk dihat: Stefanie Vogelsang (CDU/CSU), Steffen-Claudio Lemme (SPD), Manfred Todtenhausen (FDP), Sabine Stüber (Partiya Çepgir) û Memet Kiliç (Keskan).
Der barê hevdîtinan de agahî nehatin dayin, lê di daxuyaniya di malpera înternetê ya Komîsyona Daxwaznameyê de hate diyarkirin ku wana ji bo penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi rayedarên Tirk re hevdîtin pêk anîne. Lê balkêş bû ku di bernameya hevdîtinan a heyetê de komîsyona mafê mirovan a Meclîsa Tirk, Wezareta Dadê ya Tirk û serokê baroya Stenbolê û nunerên saziyên mafê mirovan hebûn.
KILIÇ: DAXWAZÊN KURDAN BIBIHÎSIN
Piştî rûniştina roja duşemê pêk hat, Parlementerê Partiya Keskan ku endamê Komîsyona Daxwaznameyan a Parlementoya Almanyayê ye ji ANF’ê re axifî û destnîşan kir ku rûniştin di atmosfereke baş de derbas bû. Kiliç di rûniştinê de pirsa “PKK’ê û hukûmeta Tirk bi salan li Osloyê hevdîtin pêk anîn, gelo haya hukûmeta we ji vê hevdîtinê heye?” ji Sekreterê Dewleta Alman Dr. Bergner pirsî” û bi vî awayî balê kişand ser xwe. Kiliç da zanîn ku piştî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan weqfên Alman tawanbar kir, Serokwezîra Alman Angela Merkelê jî xwe bê deng kiriye.
Kiliç bal kişand ser bêdengiya desthilatiya hukûmeta Merkelê ya li hemberî pêkanînên rejîma AKP’ê û hişyarî kir ku êdî pirsgirêka Kurd û rewşa Kurdan bi vî awayî berdewam nake. Kilic destnîşan kir ku dê teqez hemû daxwazên Kurdan bên bicihanîn û ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd bang li Almanya û Tirkiyeyê kir.