Koma ji Stûttgartê Nobeda li Strasbourgê dewir girt
Koma ji Stûttgartê Nobeda li Strasbourgê dewir girt
Koma ji Stûttgartê Nobeda li Strasbourgê dewir girt
Di hefteya 127. a çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê dewam dike de, Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Stûttgartê dewir girtin.
Çalakiya nobedê ya ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tê meşandin, ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Stûttgartê Şoreş Botan, Alî Dûman, Zîver Ûzkaş û Kemal Agirman ve vê hefteyê dewir hat girtin.
Çalakgerên nobedê, berxwedana Kobanê ya du meh li dû xwe hişt silav kirin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" dest bi hefteya çalakiyê kirin.
'DIVÊ RÊBER APO LI CIHÊ XWE YÊ DI QADA SIYASETÊ DE BE'
Çalakgeran dan xuyakirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew beşdarî vê çalakiyê bûne û gotin, "Divê Kurd, di her şert û mercî de têbikoş in, ji ber ku zext û zilma li gelê Kurd tê kirin êdî sînorên xweragirtinê derbas kirine."
Çalakgeran dan zanîn, ku divê êdî dewletên cîhanê jî qebûl bikin ku Ocalan Rêberê gelekî ye û gotin, "Lê belê di mijara pêvajoya çareseriyê û azadiya Rêbertiyê de hînê zexteke siyasî ya bi bandor li Tirkiyeyê nehatiye kirin."
Çalakgerên ji Stûttgartê diyar kirin ku qedexeya li ser PKK'ê biryareke siyasî ye û destnîşan kirin, ku cihê PKK'ê ne 'lîsteya terorê' û qedexekirine. Çalakgeran bal kişandin ser hewldana PKK'ê ya li Şengal û Rojava ku ji hemû nasname, bawerî û nîjadan mirovên bêguneh diparêze.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, heftê heft rojan saet di navbera 07:30 û 17:00 de dewam dike. Heta niha bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûne, 235 hezar belavokên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî, zêdeyî 35 hezar biyografiya Ocalan hatine belavkirin.
Di çalakiyê de 35 hezar pirtûkên bi sernavê "Li Kurdistanê Şer û Aştî" û 13 hezar buroşurên li ser Komkujiya Parîsê hatin belavkirin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan û girtiyên din ên siyasî îmze jî di çalakiyê de tên komkirin. Heta niha bi qasî 20 hezar 800 îmze bi vê armancê hatine berhevkirin.
Nobeda Azadiyê, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye ku bênavber dewam dike.

