KODAR: Berxwedana Şengalê, rizgariya gelê Kurd û jinan e

Bi boneya 7’emîn salvegera Fermana 73’an KODAR’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku metirsiya qetlîaman hê jî li ser gelê Kurd heye û yekane rê avakirina yekîtiya netewî ye.

Civaka Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) bi minaxebeta 7’emîn Fermana 3’ê Tebaxa 2014 ya li ser Êzidiyên Şengalê daxuyaniyek da.

KODAR’ê di destpêka daxuyaniya xwe de qetlîama gelê Êzidî ya bi destê DAÎŞ’ê û hêzên piştevanî danê şermezar kir û diyar kir ku îro hê jî metirsiya qetlîamên ji bilî ya Şengalê li ser her çar beşên Kurdistanê heye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku di dîrokê de tomar bû ku sala 2014’an ne tenê destpêka şer û qirkirina li Şengalê, li tevahiya Kurdistanê ye û di heman demê de qirkirina jinan e.

Di beşek din a daxuyaniyê de KODAR’ê bal kişand ser berxwedaniya hêzên gerîla û Yekîneyên Parastina Şengalê û ew wek Berxwedana Kobanê pênase kir.

KODAR’ê her wiha dide diyarkirin ku qetlîama malbateke Kurd ya li Konyayê ya beriya çend rojan di esasê de yek ji xelekên komkujiyên li ser gelê Kurd e.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de tevî şermezarkirina  qetlîama gelê Êzidî ya ji aliyê DAÎŞ’ê û dewletên alîkarî didin wê ragihand: “Em KODAR tevî şermezarkirina qetlîama Şengalê ya ji aliyê DAÎŞ’ê û dewletên piştevanê wê radigihînin ku îro hê jî şer û qetlîam gelê me gef dike û yekane rêya parastina xwe, niştîman û gelên bindest, yekîtiya netewî ya Kurdan û tevlîbûna hêzên azadîxwaz û demokratîk di eniyeke ya berxwedana dîrokî ye. Li Rojhilata Navîn ji her derê zêdetir her çar beşên Kurdistanê bi şer re rû bi rû ye û berxwedana dîrokî jî tenê li Kurdistanê tê dayîn. Lewma Kurdistan bûye navenda berxwedana bê hempa ya cîhanî. Hemû kesim û rêxistinên her çar beşên Kurdistan dikin ku bi piştevaniya gelên herêmê dikarin yekîtiya Kurdistanî û Rojhilata Navînî pêk bînin û deynê xwe yê li hemberî mirovatiyê bidin. Têkoşîna bê eman, mînak û yekgirtî yekane garantiya azadiya netewa Kurd û Rojhilata Navîn e.”