Kobanê îro hewceyê wan e...'

Kobanê îro hewceyê wan e...'

Li Kobanê li Qada Azadî pevçûnên herî dijwar diqewimin û peykerê teyr ê ku bûye nîşaneya Qada Azadî tevî hemû hilweşînan li ser piyaye. Şervanên YPG’ê ji mewziyên vê qadê darbeyên giran li DAIŞ’ê dixin û dibêjin: “Moralê me bilind e. Roj bi roj em pêşde diçin. Divê hemû ciwanên Kobanê dest bavê jin vir. Kobanê îro hewceyê wan e.”

Berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ket roja 82’emîn. Êrîşên çeteyan li dijî Kobanê didome û şervanên YPG û YPJ’ê bi îradayek mezin bersivê didin çeteyan, DAIŞ gav bi gav şûnde diçe. Ji destpêkê berxwedana Kobanê, pevçûnên herî dijwar ji rojhilatê bajar tên.  Pevçûnên dijwar tên jiyîn segvan guleyan diavêjin û her tim hewan tên avêtin.

CIHÊ HERÎ DIJWAR

Qada Azadî ya ku li rojhilatê bajar e, yek ji qadên ku pevçûnên herî dijwar lê rû didin.  Li vê qadê şervanên YPG-YPJ’ê êrîşên DAIŞ’ê vala derdixin û çete windahiyên mezin didin. Ji bo mirov biçin vê qadê divê mirov di nav xirbeyên avahiyan de derbas bibin. Şaşiyek biçûk, mirov dike hedefa segvanan. Şervanên YPG û YPJ’ê ku li vê herêma bi rîsk li mewziyên pêş cih girin, tevî hemû rîskan dîsîplîn ji dest bernedane. Ji ber pevçûnên dijwar dema dengê hewana tê avêtin dibihîzin dizanin ku hewan an li cihekî dûr yan jî li cihekî nêz dikeve. Li gel hewanan guleyên tên avêtin jî li ku derê dikeve tê texmînkirin.

Windahiyên mezin ên şervanên YPG û YPJ’ê didin çeteyên DAIŞ’ê em jî bi çavên xwe dibînin. Di herêma navbera çete û şervanên YPG û YPJ’ê de gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê tên dîtin.

HEWLDANA KETINA DERÎ

Şervanê YPG’ê yê bi navê Munzur Kobanê ku li vê qadê di mewziya pêş de cih digire diyar kir ku di 29’ê Mijdarê de yek ji cihên ku bi êrîşa li dijî deriyê sînor re, pêk hatiye nuqteya ku ew lê ne û got: “Pevçûnan sibehê saet di 05.30’an de destpê kir. Ji wan komekê hewl dan ji vir bikevin hundir. Lê me ferq kir. Pevçûnan heta 12.00’an berdewam kir. Dixwazin avahiya ku em têde ne mayîn bikin. Ji wan sê kes di avahiyê de hatin kuştin. Yek jî dema direviya li kolanê hat kuştin. Gelek cenazeyên wan niha li avahiya xerabe ya pêşberî me ye.

EM Ê AGAHIYÊN XWEŞ BIDIN GEL Û HEVALÊN XWE

Şervanê YPG’ê Canîwar Şêran ku li heman herêmê di mewziya pêş de cih digire geşedanên demên dawî wiha vegot: “Duh sibehê jî dîsa ketin nava hewldana êrîşê. Me êrîşên wan şikandin. 5 cenazeyê wan di destê me de ne.  Çar roj berê êrîşên mezin çêbûn. Me ew şikandin. Moralê me bilind e. Roj bi roj em pêşde diçin. Em ê demek nêz agahiyên xweş bidin gelê xwe, hevalên xwe. Gelê me wê vegere malên xwe. Înşalah demek nêz em ê Kobanê azad bikin.”

Canîwar Şêran bang li hemû ciwanên ku ji Kobanê veqetiyane kir û got: “Îro Kobanê di rewşek zehmet de ye. Divê hemû ciwanên Kobanê dest bavêje vê. Kobanê îro hewceyê wan e.

NÎŞANEYA QADA AZADÎ QERTEL LI SER PIYANE

Peykerê teyr ê sembola Şoreşa Rojava ye û li  Qada Azadiyê ye tevîl ku hemû avahiyên derdora peyker hilweşiyane jî ti tiştek bi peyker nehatiye û li ser piyaye.