Koalîsyona partiyên çep ên Fransayê piştgirî dan HDP’ê
Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê koalîsyona partiyên çep a Fransayê NUPES û pêkhateya wê ya koalîsyonê LFI’de hate dayîn, piştgiriya HDP’ê hate kirin.
Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê koalîsyona partiyên çep a Fransayê NUPES û pêkhateya wê ya koalîsyonê LFI’de hate dayîn, piştgiriya HDP’ê hate kirin.
Yekîtiya Gelên Nû ya Ekolojî û Civakî (NUPES) û Fransaya Serhildêr (La France Insoumise-LFI) ku pêşengiya wê Jean-Luc Melenchon dike, piştgirî dan HDP'ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema ku hatibû ragihandin ku li Tirkiyeyê wê di 14'ê Gulanê de hilbijartinên giştî, parlamento û serokomariyê bên kirin, Serokkomarê dîktator Recep Tayyîp Erdogan polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomîne."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HDP partiya sêyemîn e û alternatîfa demokratîk a Parlamentoya Tirkiyeyê ye.
NÛPES'ê bi bîr xist ku alîkariya xezîneyê ya HDP'ê di Çileya 2023'an de hat rawestandin û bal kişand ser zextên bi rêbazên cuda didomin.
NUPES’ê got “Em bang li civaka navneteweyî û hikumeta Fransayê dikin ku bila zextê li Tirkiyeyê bikin da ku bila krîmînalîzasyona li ser HDP’ê were rakirin û li Tirkiyeyê hilbijartinên azad û demokratîk were kirin.”