KNK'ê êrîşa li ser nexweşxaneya li Gazzeyê şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK'ê êrişa li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya li Gazzeyê şermezar kir ku di encamê de 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Konseya Rêveber a KNK'ê êrişa li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya li Gazzeyê şermezar kir ku di encamê de 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya li Gazzeyê daxuyaniyek da ku piraniya wan jin û zarok di encamê de zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.
KNK'ê êrîş weke trajediyeke mirovî, komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û got, "Em weke KNK'ê bi tundî vê êriş şermezar dikin. Êriş ji aliyê kê hatibe kirin, bi tu rengî nayê qebûlkirin. Êriş li ser bingehên sivîl, weke nexweşxane û bingehên sivîl ên din li dijî yasa, peyman û prensîpên navdewletî ne. Em weke gelê Kurdistanê êş û encamên êrişên bi vî rengî li ser saziyên tenduristî û yên din baş nas dikin. Ji ber ku bi salane gelê Kurdistanê tûşî êrişên bi vi rengî ji aliyê dewletên dagirker ên weke Tirkiye û yên din rû bi rû maye."
Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Dîrokê nîşan daye ku pirsgirêka Filistîn-Îsrailê bi şidetê çareser nabe. Pirsgirêka ku niha wek şerê navbera Hamas û Îsraîlê de tê dîtin, ji ber berjewendiyên cuda yên dewletan kûrtir dibe. Mixabin eş û azarên gelê Filistînê wek di êrişa li ser nexweşxanê diyar bû ji aliyê hinek dewletan ve ji bo siyaseta berjewendiyan tê bikaranîn. Bi taybetî siyaseta durû ya Serokkomarê Tirk Erdogan a ku hîna jî Filistînê weke herêmeke berê ya Împaratoriya Osmanî dibine. Tê zanîn ku Erdogan hemû derfetan ji bo stratejiya dagirkeriyê bi kar tîne. Li ser gelê Filîstînê siyaset dimeşîne. Lê li aliyê din heman hovîtiye li ser gele Kurd li Bakûr û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dike. Erdogan wek Filîstîn ê, her wiha Rojavayê Kurdistanê jî wek malê xwe yê berê yê dema Osmaniyan dibîne. Ji ber ve pewîste berî her kesî ev siyaseta durû wek muhatap neyê ditîn.
Ji bo çareserî û aştiyek mayînde em bang li aliyan dikin ku roj berî rojê vî şerê malweraniyê rawestînin û pirsgirêken xwe bi rêbazên siyasî û diyalogê çareser bikin.
Eger pirsgirêkên sereke, weke pirsa Kurd û ya Filistîne bir rêbazên siyasî çareser nebin wê li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk neyê."