Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser pirsa Rojavaya Kurdistanê, 13’yê cotmeha 2012, li Parisê, avahîyê Parlementa Fransayê Kombûneke ”Şêwira Neteweyî” pêk tîne. KNK’ê hemû çapemeniya Kurd vexwend ku beşdar bibe.
KNK’ê got; “Ji Kurdistanê û derveyî welat hejmareke bilind ya partî, organîzasyon û kesayetên polîtîk û ronakbîr hatine vexwendin.”
KNK’ê banga li çapemeniya Kurd kir ku beşdarî şêwrê bibe û got; “Medyaya Kurdistanê jî vexwendîya vê kombûnê ye. Bi hêvî û daxwaza ku beşdar bibin, kombûnê û encamê ji nêzîk ve taqîb bikin û bo bîr û rehîya Kurdistanê û cîhanê rabigihînin.”
Konferans dê beşdariya rêxistin û partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û rewşenbîrên Kurd pêk bê. Dê di civînê de nunerên partiyên Rojavayê Kurdistanê û endamên Desteya Bilind a Kurdan (DBK) jî amade bibin. Her wiha, dê nunerên gelên Asurî, Suryanî, Keldanî û Ermenî jî beşdar bibin. Ji Bakûrê Kurdistanê jî dê nunerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tûglûk û nunerên BDP’ê jî beşdar bibin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di nava beşdaran de ji 5 kes ji 10 endamên Desteya Bilind a Kurdan Salih Muslîm, Ehmed Silêman, Sînem Muhemed, Asya Ebdullah û Nesretdîn Îbrahîm, Serokê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Sûriyeyê Hemîd Hacî Derwêş, ji Bakûrê Kurdistanê jî Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, ji Başûrê Kurdistanê jî Serokê Yekitiya Parlementerên Kurd Nîmet Ebdullah jî hene.
KNK’ê da zanîn ku wana hin muxalîfên Ereb û dostên Frensî jî vexwendine. KNK’ê destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek taybet de ye û bal kişand ku piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin.