KNK, 12’emîn Civata Giştî pêk tîne

KNK, 12’emîn Civata Giştî pêk tîne

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 26-27ê Gulanê (2012) da li Brukselê, bi navê "Civata Giştî (Civata 12.)" kombûna xwe ya salane pêk tîne.

KNK’ê di daxuyaniya der barê mijarê de da de got; “Ji bo vê kombûna du rojî, ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, endamên KNK’ê û gelek kesayetên polîtîk û ronakbîrî û herweha berpirsiyarên partî û rêxistinên polîtîk, hatine vexwendin. Roja pêşî kombûn saet 10.00 dest pê dike û wê rojê, dê li ser mijara li jêr analîz û gotûbêjên berfireh bêne kirin.”

Mijarên di civatê de bêne gotûbêjkirin:

-Rewşa Kurd û Kurdistanê, Pêşketinên Siyasî yên Rojhilatanavîn û Cîhanê, Polîtîka û Yekîtîya Neteweyî

-Di roja duyemîn da endamên KNKê dê amade bin û li ser rojeva KNKê ya navxweyî dê kombûn bê kirin.

-Di encama kombûnê da dê agahdarî bê dan.

KNK’ê got ku ew di van rojên tengav ên Kurdistanê da giringîyeke mezin dide vê kombûna du rojî ya li Brukselê û ev bang kir; “Mêhvan û endamên KNKê li ser pirsa bi giştî ya neteweyî û rêyên çareserîyê dê dîtin û bîr û bawerîyên xwe bêjîn û digel hev parve bikin. Kurd û Kurdistanî dê ji encama vê kombûnê bêne agahdarkirin. Bi vê munasebetê em bang li hemî endamên KNK ê dikin ku di civînê de amadebin. Bi hêvîya ku ev Civata Giştî ya KNKê bi baldarîyeke bilind bête dîtin û pêşwazî kirin.”