KJK: Em her cihî veguherînin qada berxwedanê

KJK: Em her cihî veguherînin qada berxwedanê

Koordînasyona KJK'ê bi wesaîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê bang li hemû jinan kir, ku bi şiyara "Jin ji bo jiyan û pêşeroja azad li ber xwe didin" her cihî û her kêliyê veguherînin qada berxwedanê.

KJK'ê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, diyarî jinên YPJ'yî yên li hemberî terora mêr a di şexsê DAIŞ'ê de şênber bûye, berxwedaneke destanî nîşan didin, kir. Bang li tevahiya jinan hat kirin ku her cihî û her kêliyê veguherînin qada berxwedanê. Di daxuyaniya KJK'ê de wiha hat gotin: "Civak û jin, li dijî 'terora şîdetê' ku di tevahiya dîrokê de veguheriye çandekê, di hemû demên dîrokê û li her devera cîhanê, mîna Xwişkên Mirabel ên weke 'Pepûle' bûne sembol, îro jî li ber xwe didin û bi rêxistinbûyînê têdikoş in. Ev mejiyê komkujiyê û şerê nîşaneya dîktatoriya Trujillo ya Komara Dominik e, îro jî bi heman berfirehî û tirsnakiyê, di kesayetiya çeteyên DAIŞ'ê de şênber bûye. Li dijî vî mejiyê ku kujerê organîzeyî yê dewletên netewe ye, têkoşîna jinên mîna rêhevala me Sakîne Cansiz bûne nîşane, têkoşîna hemû jinan ronî kiriye."

ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ BÊPERWA BÛYE

KJK'ê da zanîn ku şîdet û komkujiyên li cîhanê li hemberî jinê tên kirin, bi dijwarî dewam dikin û diyar kir ku bi zêdebûna daxwazên azadiyê yên jinan re, şîdet jî bêtir bêperwa dibe. Daxuyaniya KJK'ê wiha dewam kir: "Her roj, her deqe, her kêlî li Hîndîstan, Çîn, Ûkrayna, Nîjerya, DYA, Ewropa, Iraq, Îran, Tirkiye, Kurdistan yanî li her devera cîhanê ji rastî her şêwe şîdeta fîzîkî, psîkolojîk û aboriyê tên. Rastî destavêtinê tên, bi bombebaranên şerên desthilatdariyê yên dewletan tên qetilkirin, mîna xenîmeta şer li bazaran tên firotin, di bin navê namûsê de tên qetilkirin, bi qanûnên paşverûtiya mêr û dewletan re keda wan tên xwarin, tên kolekirin û tên kuştin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ya çeteyên DAIŞ'ê îro li Rojhilata Navîn dike, yek ji qirkirinên herî mezin ên dîrokê ye û wiha hat gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê ku rahiştiye çeka zayendîparêz, neteweperest û olperestiyê, ku navgînên bingehîn ên îdeolojiya serdestiya mêr e, di kesayetiya jinê de êrîşî tevahiya nirxên civakî dikin. Lİ her cihê êrîş dike û bi dest dixe, beriya her tiştî li hemberî jinê 'fetwa' derdixînin. Li Mûsil û Şengalê bi hezaran jinên Êzidî, Tirkmen, Asûrî, Ereb û Kurd revandin, li bazaran firotin û dest avêtin bi hezaran jinan. Hemû sîstemên dlijberiya jinê, li ser bingeha şîdetê hebûna xwe parastine. Ji bo sîsteman, şîdet navgîna bingehîn a girêdana civakan û jinan e. Lewma şîdeta li hemberî jinê şîdeta li dijî civakê ye. Dîroka şaristaniya dewletî y xwe dispêre baviksalariyê, di heman demê de dîroka şerê sîstematîk û herî dirêj ê qirkirina zayenda jinê ye, ku nav lê nehatiye kirin."

'DÎROKA ME YA TÊKOŞÎNÊ WÊ BÊTIR RADÎKAL BIBE'

KJK'ê da xuyakirin, ku li dijî terora mêr a di şexsê DAIŞ'ê de bi awayekî bêperwa dest bi êrîşê kiriye, têkoşîna rêxistinbûyîna tevgera azadiya jinê li her qadê, wê bêtir radîkal bibe û got, "Hêz û vîna berxwedanê ya li Kobanê di kesayetiya rêhevala Arîn Mîrxan de jinên YPJ'yî derxistin holê, xweg ihandiye tevahiya jinan. Vê berxwedanê li cîhanê deng vedaye û li berxwedêriya jinê ruh, daxwazî û biryariyeke nû zêde kiriye. Lewma ji holê rakirina bingeha her şêwe şîdeta li hemberî jinê, bi avabûna hêza parastina cewherî û rêxistinbûyîna cewherî ya jinê li hemû qadên civakî dibe. Bersiva herî bi bandor a li rastiya sîstema faşîst-dewletî ya heyî, ku li ser şîdetê hebûna xwe diparêze, avabûna sîstema jinê û bicihanîna wê ye."

JI KJK'Ê BANGA ÇALAKIYÊ

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vê bangê bi dawî bû: "Em 25'ê Mijdara îsal a bi şiyara 'Jin ji bo jiyan û pêşeroja azad li ber xwe didin' diyarî jinên YPJ'yî yên li hemberî terora mêr a di şexsê DAIŞ'ê de şênber bûye, berxwedaneke destanî nîşan didin, dikin. Li ser vê bingehê em bagn li hemû jinan dikin ku her cihî û her kêliyê veguherînin qada berxwedanê û çalakiyên li ser vê bingehê ji niha ve silav dikin."